Darbeya bi rêk û pêk

Dewlet û desthilatdariya nîjadperest-olperest ku xwe bi tekperestiyê xwedî dikin, ji 20'ê Tîrmeha 2015'an ve bi rêk û pêk darbeyê dike. Ji tayînkirina qeyûman heta girtina parlamenteran, zordarî didome.

Hevserokên HDP'ê destpêka hefteyê "Belgeya Helwestê ya Demokratîk" eşkere kiribûn û ji bo civaka Tirkiyeyê banga "têkoşîna hevpar û yekîtiyê" kiribûn. Desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekonê bi betalkirina wekîltiya Parlamenterên HDP'ê Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari bersiva vê yekê da. Bi betalkirina wekîltiya Parlamenterekî CHP'ê jî peyama "zêdegaviyê neke" da CHP'ê. Polîtîkaya serî tewandinê û qirkirina siyasî ku di şexsê HDP'ê de tê meşandin, bûye çavkaniya bingehîna dewamkirina desthilatdariyê.

AKP'ê beriya sala 2015'an di bin navê "operasyonên KCK'ê" operasyonên qirkirina siyasî kir û di encamê de bi deh hezaran kes destgîr kir û girt. HDP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de bi rêjeya 13.2 ji sedî yê dengan wergirt û AKP ji desthilatdariya bi tena serê xwe daxist. Ev yek bû sedem ku AKP biryara jinûve hilbijartinê bide. Hilbijartinên 1'ê Mijdarê di atmosfera şerê li dijî Kurdan û komkujiyan de hate ferzkirin. HDP di wê hilbijartinê de jî ji bendê derbas bû, lê belê AKP li ser desthilatdariyê ma.

Desthilatdariyê, piştî şerê navxweyî yê li nava dewletê yê 15'ê Tîrmeha 2016'an, bi hinceta Rewşa Awarte ya ku 20'ê Tîrmehê hate ragihandin, ji bo herêmên ku di hilbijartinên xwecihî de lê bi ser neket kontrol bike, dest bi tayînkirina qeyûman kir. Tayînkirina qeyûman 11'ê Îlona 2016'an dest pê kir û veguherî darbeya herî mezin a li dijî destketî û danheviyên xwecihî yên Kurdan. Li şaredariyên DBP'î qeyûm hatin tayînkirin. Bi vî rengî 3 bajarên mezin, 10 bajar, 63 navçe û 22 bajarok bi giştî 95 şaredariyên DBP'ê hatin desteserkirin. Li şûna hevşaredaran, karmendên dewletê hatin bicihkirin. Li gel tayînkirina qeyûman her wiha nêzî 15 hezar karker û karmendên Kurd ên li şaredariyan û nêzî 300 keya ji wezîfeyê hatin dûrxistin. 93 hevşaredar, bi sedan endamên meclîsa şaredariyê û endamên meclîsa giştî ya bajêr hatin girtin. Li 15 hevşaredaran ceza hate birîn.

DARBEYA 4'Ê MIJDARÊ

Heman piştî hilbijartinê mijara betalkirina mafê destnedana parlamenteriyê ya wekîlên HDP'î kete rojevê. AKP'ê di 12'ê Nîsana 2016'an de ji bo bidawîkirina mafê destnedana parlamenteriyê pêşniyarek amade kir. Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû di 13'ê Nîsana 2016'an de got, "Li dijî destûra bingehîn e, lê belê erê". Pêvajo bi vî rengî ji hin aliyan ve hate rewakirin. Bi dengdana 20'ê Gulana 2016'an mafê destnedana parlamenteriyê hate rakirin. Şeva 4'ê Mijdara 2016'an Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 9 parlamenter, piştre jî 12 parlamenterên hatin destgîrikrin, dîl hatin girtin. Di heman pêvajoyê de nêzî 10 hezar HDP'î hatin destgîrkirin, avêtin ser avahiyên partiyê.

HDP'ê di 28'ê Sibata 2019'an de raporek li ser kiryarên qeyûm ji raya giştî re eşkere kir û destnîşan kir ku qeyûm bi detay û kiryarên xwe êrişek li dijî feraseta rêveberiyên xwecihî yên azadîparêz, demokratîk-ekolojîk û azadîparêziya jinê ye ku ji aliyê gelê Kurd ve hatiye afirandin.

31'Ê ADARÊ Û PÊVAJOYA PIŞTÎ WÊ

Hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê di atmosfereke aloz a polîtîk de pêk hat. Ji aliyekî ve li girtîgehan hemûyan grevên birçîbûnê yên bi sedan kesî dewam dikir, li aliyê din jî krîza aboriyê, hewldanên ji bo şer kirin ku hilbijartin di atmosfereke zehmet de pêk were. Desthilatdariyê her wiha amûrên xwe yên îdeolojîk û kiryarên şerê taybet bi rêk û pêk xist meriyetê.

Hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê bi tevlîbûneke zêde pêk hat. Li gel dek û dolaban, zext û zordariyê jî HDP'ê 3 jê bajarên mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 şaredarî bi giştî 65 şaredarî qezenç kir. 1.230 endamên meclîsa şaredariyê, 101 endamên meclîsa giştî ya bajêr ji lîsteyên HDP'ê hatin hilbijartin.

Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) hefteyek piştî hilbijartinên 31'ê Adarê biryar da ku bi hinceta bi biryarnameyê ji wezîfeyê hatine dûrxistin mazbatayê nede 6 hevşaredarên HDP'î û endamên wê yên meclîsa şaredariyê. Bi vî rengî mazbata neda hevşaredarên HDP'ê yên navçeyên Rezan, Tûşba, Artemêtan, Çaldiran, Tekman û Dagpinarê. Ev şaredariyên HDP'î jî radestî AKP'ê kir.

Bi biryara Wezareta Karên Hundir, li pêşiya 26 şaredariyên HDP'î ku bajarên mezin ên Amed û Mêrdînê jî di nav de bûn, polîsan bendên kontrolê bi cih kirin.

Endametiya meclîsa şaredariyê yên HDP'î bi dorê hate betalkirin.

Weke ku di mînaka kreşa zarokan a Şaredariya Peyasê de hate dîtin, avêtin ser saziyên mîna wan û bi rengekî neqanûnî dest danîn ser wan.

Weke mînaka Şaredariya Giyadînê ya HDP'î êrişên fîzîkî yên li dijî şaredarî û hilbijartiyên HDP'î zêde bûn.

Li dijî hevşaredar û endamên meclîsê yên HDP'î pêla destgîrkirin û girtinê dest pê kir. Ev rewş hîn jî bi berfirehî dewam dike.

KIRYARÊN QEYÛM ÊN PIŞTÎ 19'Ê TEBAXÊ

Kiryarên qeyûm û ferzkirina nebaşiyê piştî 19'ê Tebaxê hîn bi kêfî kete meriyetê. Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, dewlet xwe nade ber çareseriyê, şer ji xwe re dike esas, piştî rojekê li 3 bajarên mezin qeyûm hate tayînkirin. Wezareta Karên Hundir bi daxuyaniyekê ragihand ku nêzî 500 kes li 29 bajaran hatine destgîrkirin. Danê sibehê deriyên avahiyên şaredariyê hatin şikandin û bendên polîsan û dîwarên ji peton ên piştî hilbijartinên 31'ê Adarê hatin rakirin ji nû ve hatin danîn. Piştre di heman demê de li her sê bajaran înternet bi hev re hate qutkirin, medya civakî hate astengkirin.

ÇALAKÎ JÎ HATIN QEDEXEKIRIN

Piştî ku qeyûm li sê bajarên mezin hate tayînkirin, gel çalakiyên berfireh kir. Çalakî veguherîn protestoyên rûtîn û her roj li cih û dema diyarkirî pêk hat. Navê "Nobeda demokrasiyê" li van çalakiyan hate kirin. Desthilatdariya AKP'ê destûr neda van xwepêşandanan û bi rêk û pêk dest bi destgîrkirina mirovan kir. Di 18 rojên destpêkê de zêdeyî 600 kes hatin destgîrkirin. Çalakiyên li her sê bajaran 53 rojan dewam kir. "Nobeda demokrasiyê" bi biryara walîtiyê hate qedexekirin.

ŞEWBA GLOBAL JÎ NEKARÎ BIBE ASTENG

Bi vî rengî desteserkirina şaredariyan û tayînkirina qeyûman ku 19'ê Tebaxa 2019'an ji nû ve dest pê kir, di nava şert û mercên şewba global de jî bi tayînkirina qeyûman a li 13 şaredariyan dewam kir. Herî dawî Hevşaredarên Îdirê Yaşar Akkûş û Eylem Çelîk, Hevşaredarên Sêrtê Berîvan Helen Işik û Dara Tûrhan, Hevşaredarên Misircê Baran Akgul û Esmer Baran, Hevşaredarê Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û Hevşaredarê Vartînisê Casim Bûdak hatin destgîrkirin. Avahiyên 5 şaredariyan hatin dorpêçkirin û qeyûm li wan hate bicihkirin.

JI 65 ŞAREDARIYAN 12 ŞAREDARÎ MAN

Ji şaredariyên ku HDP'ê di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de bi dest xistibû li 45 ji wan qeyûm hate tayînkirin. 6 şaredarî bi betalkirina mazbatayan hatin desteserkirin, 2 hevşaredar ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Jİ 65 şaredariyên HDP'î tenê 12 mane. Di nava şaredariyên bajaran de jî tenê Şaredariya Qersê maye. 28 hevşaredar jî ketine ber pêvajoya dadgeriyê. 21 hevşaredar li girtîgehan dîl tên girtin.

ZÊDEYÎ 350 DESTNEDANA PARLAMENTERIYÊ

Di navbera 1'ê Cotmeha 2019'an heta 23'ê Nîsana 2020'an, bi daxwaza rakirina mafê destnedanê 346 fezleke hatin amadekirin û pêşkêşî Meclîsê hatin kirin. 320 ji wan fezlekeyan li dijî Partiya Demokratîk a Gelan bû. Ji 11'ê Adarê dema tespîtkirina şewbê li Tirkiyeyê û vir ve jî felzeke hatin amadekirin. Herî dawî têkildarî 19 wekîlên HDP'ê di 21'ê Nîsanê de hate amadekirin ku Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz jî di nava wan de ne. 31 fezlekeyên di vê der barê de pêşkêşî Meclîsê hatin kirin.

BI IŞARETA BAHÇELÎ DI 4'Ê HEZÎRANÊ DE DEST PÊ KIR

Desthilatdariya AKP-MHP'ê hewl da pêvajoya vîrûsa koronayê ji bo xwe weke firsendekê bi kar bîne. Di vê çarçoveyê de Bahçelî di 17'ê Gulanê de got, "Ji bo ewrên kabûsê yên li ser jiyana siyasî bê belavkirin divê bersiv ji bendewariyên têkildarî bidawîkirina mafê destnedana wekîltiyê bê dayin."

AKP'ê bersiveke erênî da daxuyaniyên Bahçelî. Desteya Rêveberiya Navendî ya AKP'ê di 3'ê Hezîranê de bi serokatiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li hev kom bû. Rojek piştî wê civînê jî rûpelekî din li dîroka siyasî ya Tirkiyeyê zêde bû ku wê weke darbeyê bê bîranîn. Parlamenteriya wekîlên HDP'ê Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari û wekîltiya Parrlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglû hate betalkirin.

PÊVAJOYA DÎLGIRTINÊ

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari doh êvarê dema ku ji Amedê diçû Enqereyê li ser rêya Rihayê li Qereqola Pîrînçlîkê hate destgîrkirin. Ji bo kontrola tenduristiyê ew birin nexweşxaneyê û piştre birin Şaxê TEM'ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Amedê û girtin.

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven jî doh êvarê ji aliyê gelek polîsan ve li mala xwe hate destgîrkirin. Guven ji ber 2 meh cezayên mayî hate destgîrkirin û piştî kontrolê ew birin Edliyeya Amedê û girtin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir, "Li dijî van êrişan em ê hewldanên xwe yên ji bo afirandina paşerojeke demokratîk a li Tirkiyeyê bidomînin. Ev êriş wê tenê biryardarî û daxwaza me ya ji bo têkoşînê mezin bike. Ev êrişkarî wê nikaribe bi me, wê me ji çeperên demokratîk dûr nexîne. Me serî netewand, em ê serî netewînin. Darbekar wê biçin, em ê bimînin!"

* Ji raporên MA, JINNEWS, ANF û HDP'ê sûd hatiye wergirtin.