Danîmarkayiyan piştgirî da Leyla Guven

Serokê berê yê Danîmarka û Wezîra bêrê ya  Xebatê jî di nav de Danîmarkayiyan peyama piştgiriyê ji bo Leyla guven şand.

Serokwezîrê berê yê Danîmarka Poûl Nyrûp Rasmûssen û Wezîra berê ya Xebatê Jytte Andersen jî di nav de bi dehan parlamenterên partiyên siyasî, hunermend, rewşenbîr û aktivîst, rêxistin û desteyan daxuyaniya piştgiriya bi Leyla Guven re dan.

BANG LI HIKÛMETA TIRK HATE KIRIN

Di daxuyaniyê hate gotin ku Guven ji bo protestokirian tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.

Daxuyanî wiha didome; “Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ji 8’ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye. Bi nivîsandina vê nivîsê re çalakî roja (91) de didome û her roja diçe rewşa teduristiyê ya Guven xirab dibe. Ji ber vê sedemê em bang li hemû derdorên demokratîk dikin ku bi berpisyariya xwe rabin û bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku daxwazên Leyla Guven û girtiyên siyasî pêk bînin.”