Serpêhatiya malbatekê ya ber bi refên gerîla ve

Xebat, rêwîtiya bi hevsera xwe Berîvan a şehîd bû, di nava refên gerîla de temam kir. Piştre keça wî û xwişka wî dan pey wî. Refên PKK'ê niha bûye hêlîna wan.

Xebat û Bêrîvan xizmên hev bûn. Hîn di 15-16 salî de hatin zewicandin. Welatparêz bûn, dixwestin bibin gerîla. Keçeke wan çêbû, navê Zîlan lê kirin. Rahiştin Zîlan û ji bo tevlî gerîla bibin bi rê ketin. Lê belê hatin girtin. Xebat hate girtin. Li girtîgehê hîn bû ku di merasîma cenazeyê Armanc Kerboran de Bêrîvan hatiye qetilkirin. Piştî ku sê salên din hate berdan, rêwîtiya xwe temam kir; tevlî nava gerîla bû. Piştî 5 salan Zîlan hat. Metka Zîlan Rozerîn jî da dû wan.

Gerîlayê HPG'ê Xebat Bêrîtan di sala 1987'an de li navçeya Kerboran a Mêrdînê ji dayik bû. Di sala 2012'an de tevlî nava refên gerîla bû. Em çîroka wî ji wî guhdarî bikin:

BI HEV RE MEZIN BÛN, BÛN DILSOZÊ WELATÊ XWE

Di temenê zarokatiyê de min PKK bi navê 'talebe' nas kir. Malbata min welatparêz e. Di temenekî biçûk de ez û xizma min Bêrîvan bi hev re dan zewicandin. Em zêde zane nebû, her wiha PKK di vê astê de nas nedikirin. Dema ku em zewicîn ez 16 salî bûm, Bêrîvan jî 15 salî bû. Ji nava malbata me tevlîbûna li nava refên gerîla zêde bû. Di heman demê de agahiyên şehadetê jî dihatin. Di sala 2000'î de keçeke me çêbû. Me navê Zîlan lê kir.

EM LI BER DIKET KU ME ZAROK ANÎ DINYAYÊ

Her ku min û Bêrîvan fêhm dikir ku divê em têbikoşin, em li ber diket ku me zarok anî welatekî dagirkirî. Mesele rewşa madî nebû. Rewşa madî ya malbatên me baş bû. Li gorî xwe me debara xwe dikir, lê belê me mêtingerî nekarîbû qebûl bikira. Ziman, nasname, çanda me êsîr bûn, welê li me hatibû ku me ji xwe fedî dikir û me nedixwest zaroka me jî heman tiştî bibîne. Dema ku me ev baş fêhm kir, me got em ê tevî Zîlan biçin tevlî gerîla bibin.

DI RÊYA TEVLÎBÛNÊ DE HATIN GIRTIN

Di sala 2009'an de me berê xwe dan çiyayên azad. Dema ku ji Kerboranê derdiket em ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin girtin. Bêrîvan û Zîlan berdan, lê belê ez hatim girtin. 3 sal ceza birîn. Li girtîgehê derfetên min çêbûn ku hîn bêhtir bixwînim û Rêbertî fêhm bikim.

AGAHIYA ŞEHADETA BÊRÎVAN

Di sala duyemîn a girtîgehê de sala 2011'an rojekê dema min li radyoyê guhdarî dikir min bihîst ku Armanc Kerboran şehîd bûye. Vê yekê bandoreke giran li min kir. Hevala Armanc di nava malbatê de gelekî dihate hezkirin û weke mînak dihate nîşandan. Li Kerboranê merasîma cenazeyê şehîd Armanc hebû. Dema ku êvarê min li nûçeyên li ser merasîma cenaze guhdarî dikir hîn bûm ku du jin ên welatparêz ji aliyê artêşa Tirk ve hatin qetilkirin. Hîn bûm ku yek ji wan Bêrîvan e.

'XEWN Û XEYALA BÊRÎVAN BÛ'

Xeyala herî mezin a Bêrîvan ew bû ku li çiyayên Kurdistanê yên azad ji bo gelê me şer bike. Piştî ku ji girtîgehê derketim di sala 2012'an de hatim çiyayên Kurdistanê. Min û Bêrîvan me qet tehmek ji zarokatiya xwe nedît. ji bo zarok li Kurdistanê bi zarokatiya xwe mezin bibin, ji bo bi rengekî azad li welatê xwe bijî û bilîze, ji bo zor û zehmetiyê nebînin ez ê şer bikim, ku hingî dikarim tola Bêrîvan û gelê xwe yê welatparêz hilînim.

'ZÎLAN PIŞTÎ MIN HAT'

Dema ku tevlî bûm min Zîlan neanî. Çi bibûya wê bi xwe bihata, min bi vê yekê zanîbû. Zîlan jî di sala 2017'an de hat, niha li çiyê ye. Ji bo min gelekî bi wate ye ku bi Zîlan re li van çiyayan şer bikim. Ji têkiliya bav û keçê bêhtir têkiliya hevrêtiyê pîroz e. Xwişka min Rozerîn jî ji xwe di sala 2014'an de tevlî bû."