Damezrandina PKK’ê li Bordeaûxê hat pîrozkirin

Li bajarê Bordeaûxê 27’ê Mijdarê salvegera 43’mîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat pîrozkirin.

Pîrozbahî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Konseya Kurd a Demokratîk (CDK) hat lidarxistin.

Bi sedan Kurd û dostên wê tevlê pîrozbahiyê bûn. Salona pîrozbahiyê bi alên PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên enternasyonalîst ên di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de li rex Kurdan cih girtin û şehîd bûnî hatibû xemilandin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin, piştre Hevserokên CDK Bordeaûx Ayşe Semsûr û Hayrî Karakoçan her yek axaftinek kir.

Belavoka TCŞ’ê jî hat xwendin, çalakvanên Fransî û berdevkê rêxistina Ensemble33 salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin û daxwaza derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê û banga serbest berdana Abdullah Ocalan kirin.

Di pîrozbahiya ku êvara Şemiyê hat lidarxistin de dengbêj Sîracettîn û Mezher derketin ser dikê û piştre li pey wan hunermend Meral Akan, Metîn Zîlan, Aras Agir, Çetîn Zîlan, Mîr Perwer û Xemgîn Bîrhat her yek derket ser dikê û berhemên xwe pêşkêşkirin. Pîrozbahî bi gerandina govendan bi dawî bû.