Dagirkeriya Tirk li Stockholmê hat protestokirin

Kurdistaniyên li bajarê Stockholm a Swêdê dijîn ji bo şermezarkirina amadekariyên êrişên dagirkiriyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê yên dewleta Tirk çalakiyek lidarxistin.

Çalakiyên Kurdistaniyên li Stockholmê dijîn yên bi armanca şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker ku amadekariya êrîşê li ser Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike îro jî berdevam kir.
Ji bo xwedîderketina Tevgera Azadiyê û şermezarkirina dewleta faşîst a Tirk, Kurdistaniyan îro li navenda bajarê Stockholmê ku cihekî qelebalixe çalakiyek lidarxistin.
Di axaftinên li çalakiyê hatin kirin de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser qadên gerîla, Başûrê Kurdistanê û amadekariyên ji bo êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê hat şermezarkirin û bal hat kişandin li ser xwedîderketina li Tevgera Azadiyê. Her wiha banga bilindkirina berxwedan û têkoşînê hate kirin.