Dagirkeriya Tirk li Oslo û Frankfûrtê hate protestokirin

Kurd û dostên xwe êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li Oslo û Fankfûrtê bi çalakiyan protesto kirin.

Li paytexta Norweç Osloyê NCKD, UNG-KURD, Solidarîtet Med Kurdistan, Komîteya Norweç a Başûr, gelek Rêxistinên Civaka Sivîl hevkarî û êrîşên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bêdengiya welatên YE’yê protesto kirin. Çalakî li pêşiya Meclîsa Norweçê hate kirin û bêdengiya hikûmeta Norweç û welatên YE’yê hatin şermezarkirin.

Her wiha di çalakiyê de zextên li ser HDP’ê jî hatin protesto kirin.

FRANKFÛT

Bı heman armancê li Haûptwach a Frankfûrt a Elmanyayê jî çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de pnakart û dirûşmên êrîşkarî û dagirkeriya dewleta Tirk tê vegotin hatin vegotin.

Di axaftinên bi Elmanî hatin kirin de, bal kişandin Erdogan li gel qadên gerîla jîngehên sivîlan jî bombe dike. Hate gotin ku ji bo êrîş tavilê bên sekinandin divê welatên YE’yê nerazîbûn nîşan bidin.

Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ bi dawî bû.