Dagirkeriya Tirk li Londonê protesto kirin
Kurd û dostên xwe li paytexta Îngîltere Londonê bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê yên li ser deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.
Kurd û dostên xwe li paytexta Îngîltere Londonê bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê yên li ser deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.
Bi tevlîbûna Meclîsa gel a Kurd, Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH), Yekîtiya Hêza Demokratîk (DGB)-Brîtanya û rêxistinên civaka sivîl û komeleyan li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a li Londonê dagirkeriya Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên ‘Duh Ermenistan, îro Kurdistan’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî berxwedana gerîla’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ qîrkirin. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku hevpar êrîşên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrîşên qirkirina siyasî ya HDP’ê jî pêş ketin, ev êrîş bi temamî li dijî gelên bindest e.
Di çalakiyê de bal kişandin ser doza Kobanê û peyamên destekiririna HDP’ê hatin dayîn.