Dagirkeriya Tirk li Ewropa hate protestokirin-NÛ BÛ
Kurdistanî û dostên xwe yên li 4 navendên Elmanyayê hatin ba hev êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastina Medyayê û biryara DYE’yê ya li ser rêveberên KCK’ê protesto kirin.
Kurdistanî û dostên xwe yên li 4 navendên Elmanyayê hatin ba hev êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastina Medyayê û biryara DYE’yê ya li ser rêveberên KCK’ê protesto kirin.
Êrîşên dagierkiya Tirk û biryara DYE’ya li ser sê şoreşgerên Kurd li Ewropa tê protestokirin.
OSNABRÛCK
Kurdistaniyên li bajarê Osnabrûck a Elmanya hatin ba ehv êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdisanê proteosto kirin. Hate gotin ku biyara DYE’yê û êrîşên dagirkeriyê yên hemwext hatin kirin, ne tesadûf in. Hate diyarkirin ku heta Rêberê Gelê Kurd azad nebe, wê li qadan bin.
STÛTTGART
Kurdistanî û dostên wan ên li ser banga TCŞ û TEKO-JIN daketin li Kabaneplatz saet 18:00’an daketin qadan êrîşên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.
MANNHEÎM
Bi heman armancê Kurdistanî saet 18:00’an li Prandeplatz a Mannheîmê jî hatin ba hev û çalakiyek kirin. Di çalakiyê de xwedî li berxwedana gerîla derketin û bang hate kirin ku her kes bi erka xwe rabin. Li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropa jî axaftin hate kirin û êrîş hate şermezarkirin û ev hate gotin: “Her demê em li gel gelê Kurd in.”
HANNOVER
Li Hannoverê bi meş û mîtîngehê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û biryara DYE’yê ya li ser şoreşgerên Kurd hate protestokirin. Çalakî li Steîntor a HBF’ê hate kirin. Di axaftinên mîtîngê de hate kirin ev hate gotin: “Gerîlayên azadiyê berxwedanekî destanî raber dike û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dide. Em Kurd li her derê cîhanê li ser piyan in û xwedî li gerîla derdikevin. Heta êrîş dawî nebin, em ê li qadan bin.
Çalakî bi dirûşman qediya.
VİYANA
Li paytexta Avûstûrya Viyanayê TEKO-JIN, TCŞ û aktivîstên antîfaşîst êrîşên dewleta Tirk bi çalakiyeke bêîtîatiya sivîl protesto kirin.
Çalakî saet 21:00’an li Wasserwelte hate kirin û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate qîrkirin.