Dagirkeriya dewleta Tirk a bi navê ‘herêma ewle’

Demek e Tirkiye gefên li ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê zêde kiriye. Bi heman hinceta ‘herêma ewle’ beriya niha Serêkaniyê û Girê Spî dagir kiribû, ku revandin, girtin, kuştin, destdirêjî li van herêman bûne kiryarên rojane.

Gotinên “herêmên ewle” û “herêmên bêçekbûyî” bi gelemperî dema ku perspektîfek ji bo çareserkirina nakokiyên heyî tune be, an jî dema ku lihevkirinek berfireh çênebe, têne bikaranîn.

Her çend têgeha "Herêmên Ewle" an “Safe Zones” hevpar e jî, lê di asta hiqûqa navneteweyî de têgeheke nefermî tê dîtin, ji ber ku di çar peymanên Cenevreyê yên sala 1949'an de nehatiye behskirin û di protokolên bi peymanên Cenevreyê pevgirêdayî sala 1977’an de jî behsa wê nehatiye kirin.

Di wan peyman û protokolan de şertên din ên ku ji hêla semantîkî ve herî nêzik têgîna herêmên ewle têne hesibandin di nav xwe de dihewîne, herêmên bijîşkî, deverên bêalî, û deverên bêçek.

Ev herêm ji aliyên rêxistinên Neteweyên Yekbûyî ve tên çavdêrîkirin ji bo ku bi tu awayî pêşveçûnên leşkerî ku sivîlan bike hedef çênebe.

Gotina "herêma bêçek" tê wateya "herêmek taybetî ku du aliyên pevçûnê ji hev vediqetîne, ku ji hêla hêzek navneteweyî ve tê kontrol kirin, ku armanca wê ew e ku pêşî li bikaranîna çekan di navbera her du aliyên nakok de bigire her wiha ew herêm bi danîna ambargoya hewayî re têkildar e."

Her wiha pêwîst e ku ew herêm di bin rêveberiya sivîl de be û divê were tekezkirin ku aliyên pevçûnê nekevin nav ti rêkeftinên berevaniyê yên girêdayî parastina ewlehiyê. 

Ji aliyê dîrokê ve ezmûnên ku herêmên ewle îfade dike kêm e yan jî em dikarin bibêjin ku bi tu awayî nîne.

Parêzer Cibarîl Mistifa, Hevserokê Yekîtiya Parêzerên Efrînê da zanîn ku pênaseyeke fermî ji bo herêma ewle di zagonên navneteweyî de tune ye û got, "Dema ku Yûgoslavya di navbera Bosna Hersekê de hilweşiya, Neteweyên Yekbûyî bi rêya meclisa ewlekariyê biryar standin ku herêmeke ewle ava bikin lê di encamê de tu herêmên ewle derneketin, lê hemberî wê Sirbistanê êrîşî Bosnayê kir û bi deh hezaran sivîl jiyana xwe ji dest dan û hatin kuştin.Ya din li gorî zagonên navdewletî dema ku herêmeke ewle were avakirin pêwîst e û şertekî sereke ye ku biryar wê bi rêya Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî were standin. Ji ber wê di dîrokê de diyar dibe ku xeteriyeke mezin ya van herêman heye ku bi navê herêmên ewle tên binavkirin. Niha jî Edogan dîsa gefên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê bi hinceta avakirina herêmeke ewle nû dike. Em giştî dizanin ku Erdogan li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî çi kir û heya niha çi dike? Erdogan berî her tiştî demografiya herêmê ji bo berjewendiya xwe diguherîne, zarokên biçûk dike leşker û çete. Em dizanin ku Erdogan çawa gelê Sûriyeyê kir çete û şand Azerbaycan, Lîbya û herêmên din.

Cibraîl Mistefa di dawiyê de got ku “Niha Tirkiye ketiye nav tevliheviyeke siyasî. Ji ber ku di sala 2019'an de Tirkiye hevpeymana agirbestê îmze kir lê Tirkiye bi tu awayî li gorî wê peymanê tevnegeriya. Ji bo wê nakokiyeke pir mezin e ku dewleteke endamê NATO’yê têkeve van nakokiyan.”

Tirkiye bi hinceta parastina başûrê sînorê xwe dest bi gefên li ser herêmên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û dixwaze bi qasî 30 kîlometreyan têkeve nav erdên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Bi heman hincetê di 20’ê Çileya 2018'an de li Efrînê û di 9’ê Cotmeha 2019’an de jî li Serê Kaniyê û Girê Spî dest bi operasyoneke dagirker kiribû. Li van her sê herêman berxwedaniyeke bêhempa ji aliyê şervanên YPG, YPJ û QSD’ê hate kirin. Di vê berxwedanê de bi hezaran şehîd û birîndar hatin dayîn. 

Li gorî nûçeyên çapemenî û hiqûqî herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de şahidê rewşa kaoseke ewlehiyê ne. 

Her wiha çete mirovan direvînin û fîdyeyê dixwazin. Pê re jî di navbera çeteyan de nakokiyên navxweyî çêdibin. Ji bo parvekirina fîdyeyan li hev nakin û ji ber vê şer çêdibe. 

Ji ber operasyonên dagirker ên ku Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, li Efrînê zêdetirî 300 hezar kesan û li Serê Kaniyê û Girê Spî jî zêdetirî 350 hezar kes koçberî herêmên cihê yên Sûriyeyê bûne.

Li gorî rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn û Sûriyeyê; Li Efrînê rêjeya Kurdan ji sedî 98 daketiya ji sedî 23. Li Efrînê 400 hezar kesên ji herêmên din ê Sûriyeyê hene. Li Efrîna dagirkirî ji aliyê dewlet û çeteyan demografî tê guherandin. 

Her wiha li Efrînê 30 cih ji bo koçberên Sûriyeyê yên niha li Tirkiyeyê ne tê nava kirin û jixwe zimanê herêmê jî vediguherînin Tirkî. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn û Sûriyeyê diyar kir ku ji dagirkirina Efrînê û vir ve, 8180 kes hatine revandin û ji sedî 70’ê kesên hatine revandin hê jî aqûbeta wan ne diyar e. 

Di heman demê de herî kêm 667 kesên sivîl hatine kuştin. 501 kes ji ber bomberdûmana Tirkiyeyê û çeteyên wê, 92 kes di êşkenceyê de û herî kêm 700 kes jî ji ber bomberdûmana Tirkiye û çeteyên wê birîndar bûne. Di nav kesên birîndar bûne de 303 zarok û 213 jin hene. 

Her wiha li Efrînê 84 bûyerên kuştina jinan hatine qeydkirin. Di nav qeydan de 6 jinan xwe kuştine û 70 rewşên destdirêjî hatine qeydkirin. 

Herî kêm 340.057 darên zeytûnan û darên din hatine birîn, 12 hezar dar hatine şewitandin. Her wiha çeteyên Tirkiyeyê xanî û malên gel desteser kirine û ev der bûne zindan û navendên girtinê.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Rêveberiya Şûnwaran ê Efrînê ve hatine diyarkirin, li Efrînê 75 girên şûnwarî û dîrokî hene. Dewleta Tirk a dagirker û çekdarên wê ev der kolandine û li tiştên dîrokî digerin. Herî kêm 59 şûnwarên dîrokî hatine wêrankirin û 28 gorên olî yên mezheb û olên cuda jî hatine rûxandin. 

Li hemberî van êrîşan jî gelê Efrînê yê koçber her dem xwe rêxistin kirine. Hena'i Ehmed Mihemed yek ji xelkê herêma Efrînê yên koçber e, niha jî li bajaroka Til Rifatê dimîne diyar dike ku ji ber êrîş û hovîtiya Tirkiyê ji Efrînê hatine koçber kirin û got “Tirkiye û çekdarên wê li Efrînê çi kirin, niha heman tiştî li Şehbayê jî dikin. Tirkiye bi van gefan dixwaze li ser gelê Efrînê koçberiyeke duyemîn ava bike. Me heta niha li hemberî van êrîşan li ber xwe dan û em ê ji niha û şûnde jî em ê li ber xwe bidin. Em bang li gelên Efrîn û Bakurê Sûriyeyê dikin ku li hemberî siyaseta dewleta Tirk a mêtinger serî hildin.”

Îbrahîm Reşo jî yek ji koçberê ji Efrînê ye û niha li Til Rifayê ye diyar kir Tirkiyeyê tehamulî rêxistinkirina gelê Efrînê nekir û niha jî li Şehbayê tehamulî rêxistinkirina gel nake û got “Em ê ji niha şûnde xwe venekişînin. Heta ku em vegerin Efrînê û cih û warên xwe, em ê li ber xwe bidin.”