Dagirkerî li Mannheîm û Parîsê hatin protestokirin
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Zap, Metîna û Avaşîn li Mannheîm û Parîsê hatin protestokirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Zap, Metîna û Avaşîn li Mannheîm û Parîsê hatin protestokirin.
Xwepêşandanên protestoyî yên li dijî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dom dikin.
MANNHEÎM
Kurdistaniyên li Paradepşatz a Mannheîm a Elmanyayê hatin ba hevî, bi çalakiyekê xwedî li gerîla derketin. Di daxuyaniya li ser navê NCKD hate kirin ev hate gotin: “Dilê me her demê li gel Zap, Metîna û Avaşîn e.”
Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ bi dawî bûn.
PARÎS
Aktivîstên TCŞ û TEKO-JIN li paytexta Fransa Parîsê li navenda trenê hatin ba ehv çalakiyek kirin. Di çalakiyê de balavok hatin belavkirin. Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ bi dawî bû.