Dagirkerî li Darmstadtê protesto kirin

Kurdistaniyên li bajarê Darmstadt a Elmanyayê hatin ba hev, êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser başûrê Kurdistanê protesto kirin.

Çalakî saet 18:00’an li Lûîsenplatz a Darmstadt a Elmanyayê hate kirin. Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê hate protestokirin.

Di axaftinên hate kirin de hate gotin ku dewleta Tirk ji 23’yê Nîsanê û vir ve bi hemû hêza xwe êrîş dike û got: “Gerîla heta ku dewleta Tirk û lîstikên wê dîsa hêzên hevkar ên xiyanetekar têk bibe, bi terzê nû yê gerîlayê modern li ber xwe bide.”

Çalakî bi dirûşmên ‘Kujer Erdogan’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedan Gerîla’ bi dawî bû.