Dadgehê cezayê Çîçek Kobanê pesend kir

Saziya Darizandinê cezayê girtîgehê ya muebeta girankirî ya Çîçek Kobanê pesend kir. Kobanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destgîrkirin.

Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) di êrişa Tirkiyeyê û şirîkên wê grûbên paramîlîter a li ser Eyn Îsa de li gundê Mişrefa hatibû destgîrkirin û ew anîbûn Rihayê û piştre ew girtibûn. Dadgeha Rihayê bi îdiaya ku Temo, “yekitî û tevahiya welat û dewletê xera kiriye” cezayê heta hetayê yê girankirî û ji “kuştina mirov” 10 sal û 10 meh cezayê hefsê lê birîbû. 

Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê di 11’ê Hezîrana 2021’an de cezayê Temo erê kiribû û şandibû Dadgeha Bilind. Hat zanîn ku Daîreya Cezayê 3’yemîn a Dadgeha Bilind jî di meha Çile ya 2022’yan de cezayê Temo erê kiriye. Hat diyarkirin ku biryara ji bo dadgeha xwecihî hatiye şandin erêkirina ceza teqez bûye.