Dadgeha Stûttgartê Şemsettîn B. bi şert berda

Li dadgeha eyaletê ya Stûttgartê rûniştina 37’an a welatparêzê Kurd Şemsettîn B. pêk hat. Dadgehê girêdana hestî ya Kurdên ku zext lê tê kirin a bi PKK’ê re erê kir û Şemsettîn B. bi şert berda.

Di rûniştinê de Şemsettîn û parêzerê wî Elke Nîl jî amade bû.

Dozger di mutalayê de îdîa kir ku Şemsettîn B. berpirsê PKK’ê yê herêmê ye. Dozger alîkariya bi komeleya Kurd a Heîlbronnê jî di çarçoveya alîkariya bi PKK’ê re pênase kir, anî ziman ku Şemsettîn B li Heîlbronnê li ser navê PKK’ê tevger dike.

Dozger ji bo Şemsettîn B 2 sal û 9 me cezayê girtîgehê xwest. Parêzer Elke Nîl a di rûniştinê de mafê axaftinê girt got: “Muwekîlê wî 16 meh û 9 roj in di girtîgehê de ye. Di navbera sala 2015-1018’an de navê gelek kesan weke berpirs di îdîanameyên polîsan ku li herêmên cuda yên Heîlbronê hatine derbaskirin.Lê di mutalaya ku hatiye amadkirin de hatiye îdîa kirin ku 3 salin muwekîlê min berpirs e. Ev bi nakok e. Çawa dibe muwekîlê min di van dîrokan de berpirs be, ev nayê famkirin.

Şemsettîn B. ê mafê axatinê ji bo wî hate dayîn bal kişand ser êrîşên dagirkeriya Tirk û zextên wê û got: “Li Heîlbronnê zêdtirî 400 malên Kurd hene. Ev malbat ji bajarên ku Erdogan wêran kirî neçar mane cih û warên xwe biterikînin. Hemû jî heskiriyên PKK’ê ne, ji duwan yek bi teqez şehîdên wan yên di nava refên PKK’ê de hene. Ez dikarim vê bêjim hemû Kurdên ku li wir dijîn, bi qasî min aktîfin. Dadgeh ji bo min îdîaya ku aktîfe daye, lê Kurdên li Heîlbronnê dijîn diwarê parastina nirxên geleperî yên Kurdî de bi hestyar û aktîfin.”

Heyeta dadgehê ji bo Şemsettîn B. ji 129 B’yê 2 sal ceza birî, 3 sal bi şertê amadebûnê biryara berdanê da.

Her wiha heyetê dest danî ser rêjehek pereyê kurê Şemsettîn B. ku dema serdegirtina malê de hatibû girtin.

Her wiha heyeta dadgehê di biryara xwe de zextên ku li bajarên Sûr, Cizîr, Nisêbîn û bajarên Kurdan ên pêk hatîn, rê li ber pêşketina girêdana hestî ya bi PKK'ê re vekiriye. Bi îfadeyeke din, ji ber pêkanînên dewleta Tirk girêdana hestî ya bi PKK'ê re bi hiqûqî erê kir.