Dadgeha Federal qedexeya Mezopotamya û Mîr pejirand

Li Elmanyayê Dadgeha Îdarî ya Federal di sala 2019’an de qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Muzik ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve “li gorî qanûnê” dît. Têkoşîna hiqûqî ya saziyên Kurd wê bi dadgeheke bilind bidome.

Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Muzîk ku du saziyên girîng ên çand û hunerê yên Kurdên li Elmanyayê ne, bi biryara Wezareta Karên Hundir di 1’ê Sibata 2019’an de hatin qedexekirin. Piştî biryarê polîsên Elman dest danîn ser pirtûk, CD û arşîvên muzîkê yên li her du saziyan. Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Muzîk, li dijî biryara wezaretê ya bi hinceta qedexeya PKK’ê ya ji sala 1993’an ve didome, têkoşînek hiqûqî dan destpêkirin.

Doza ku ji bo betalkirina biryara qedexeyê ya ku wezaretê li hember her du saziyan dabû û ji bo kelûpelên hatine desteserkirin werin dayîn, li Dadgeha Îdarî ya Federal ku saziya hiqûqa îdarî ya herî payebilind a welêt e li bajarê Leipzigê hat dîtin. Di rûniştina dozê de ku danê sibehê dest pê kir û tevahiya rojê dom kir, heyeta dadgehê biryara ku diviyabû saet di 17.00’an şûnde bê aşkerakirin, bi devkî bi şev ji parêzeran re ragihand.

Hate hînbûn ku heyeta dadgehê biryara qedexeyê ya ku di sala 2019’an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatiye dayîn “li gorî qanûnê” hatiye dîtin. Lê belê di danişîna ku bi saetan nîqaş di navbera parêzerên Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Mızîk û parêzerên Wezareta Karên Hundir de hatin kirin de, argûmanên ji bo qedexeyê hatin kirin yek bi yek ji aliyê parêzerên her du saziyan ve hatin redkirin.

‘AZADIYA RAMANÊ HEYE LÊ…‘

Li gorî agahiyên parêzeran ragihandin, ev nirxandin û îdîaya di biryara dadgehê de cih girtiye: “Helbet xebatên çandî û muzîkî yên Kurdî di çarçoveya azadiya ramanê de ne, qanûnên li Elmanyayê ev pesend kiriye. Lê xebatên Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Muzîk nêzî rêxistineke qedexekirî tê rêvebirin û ji aliyê rêxistinê ve tê fînansekirin.“

Tê payîn ku Dadgeha Îdarî ya Federal di rojên pêş de biryara xwe bi nivîskî aşkera bike, yanî biryara qedexekirinê ya ku di sala 2019’an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve di encama peywendiyên qirêj ên di navbera hikûmeta wê demê Merkel û AKP-MHP’ê ve hatibû girtin.“

‘ŞANDEYA DADGEHÊ DIBIN ZEXTAN DE YE‘

Parêzerên Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzik Lucas Theune ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku şandeya dadgehê di bin zextên siyasî de ye  û got: “ Dadger di dîtina çarçoveyek qanûnî ya qedexeyê de zehmetiyan dikêşine. Piştî ku biryara Dadgeha Îdarî ya Federal gihişte destê me em ê biryarê îtiraz bikin û ew ê pêvajoyê bibinDadgeha Destûra Bingehîn a Federal ku saziya darazê ya bilind e.“

‘EM Ê TÊKOŞÎNA HIQÛQÊ BIDOMÎNIN‘

Parêzer Lucas Theune piştgiriya dadgehê ya ji bo qedexekirinê ji aliyê hiqûqî ve sosret e û wiha got: “Ji ber ku di vir de mijar xebatên li ser çanda û hunera Kurd e. Ji ber vê yekê em ê têkoşîna hiqûqê bidomînin. Piştî ku hemû rêyên hiqûqî yên Elmanyayê were girtin, em ê dozê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME).“