Coşa Newrozê li Elmanyayê

Newroz li Elmanyayê bi awayekê bi coş hat pîrozkirin.

Li bajarê Hambûrg, Nurneberg û Ûlm yê Elmanyayê Newroz bi girseyî hat pîrozkirin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi sedan Kurdistanî li Sternschanzeyê hatin ba hev û Cejina Newrozê pîroz kir.

Nîhat Akdogan ku parlamenterê berê HDP’ê ye, di pîrozbahiyê de axavtinek kir, diyar kir ku Newroz, di dîroka Kurdistanê de nîşaneya berxwedan û têkoşînê ye û got: “Gelê me, wê di hilbijartinên serokkomariyê de ku wê 14’ê Gulanê bên kirin, dersa Erdoganê ku Dehaqê hevdem e, bide.“

Piştî axavtinê, Kurdistanî, bi çirayan ta bi taxa Jûngfestîegê meşiyan û gava meşê dirûşmeyên “Newroz pîroz be“ û “Bijî Serok Apo“ berz kirin.

NURNBERG

Bi sedan kes ku li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê hatin ba hev, Newroz bi awayekê bi coş pîroz kir. Li qada Fest  Plärrerê, Kurd û dostên Kurdan ji bo şehîdên Kurdistanê rêz girt û malbatên şehîdan agirê Newrozê vêxist. Pankartên li ser “Newroz pîroz be“ nivîsandî û alên YPG/YPJ’ê hatin hildan. Bêyî sekin dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe“’, “Bijî Serok Apo“, “Bijî berxwedana zindanan“, “Bijî Newroz“ û “Bijî gerîla“ hatin berzkirin. Gel bi cil û bergên xwe yên neteweyî tev li pîrozbahiyê bû. Rêxistinên çepgir ên Tirkiyeyê û Elmanyayê jî tev li pîrozbahiyê bûn. Di axavtinên hatin kirin de, bertek nîşanê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hat dayîn ku çima êrîşan dike. Piştî axavtinan, bi sedan kes li dora agirê Newrozê û li ber stranan govend girt.

ÛLM

Li bajarê Ûlmê jî, meş û mîtîng ji aliyê Yekitiya Hêzê ya Demokratîk ve hatin organîzekirin. Nêzîkê hezar kes li Munsterplatzê civiyan, agirê Newrozê vêxist û cejin pîroz kir.

Pîrozbahî, bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Şehîd namirin“ qediya.