Ciwanên Partiya Çepgir a Swêdê êrîşên dewleta Tirk protesto kirin

Bi sedan endam û hezkiriyên Partiya Çepgir li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna çekên kîmyewî, li ber Balyozxaneya Tirk a li payitextê Swêd Stockhomê hatin ba hev û çalakiyek li dar xistin.

Bi sedan endam û hezkiriyên Partiya Çepgir ku ji bajarê Goteborg ê Swêdê hatin, ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Kurdistanê de û bikaranîna çekên kîmyewî, li ber Balyozxaneya Tirk a li payitextê Swêd Stockholmê hatin ba hev û çalakiyek li dar xistin. Ciwanan di çalakiyê de alên YPG, YPJ û PKK’ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Qada hewayî ya Rojava ji firînê re bigrin, tûrîzma Tirkiyeyê şermezar bikin û rawestînin” hildan.

Ciwanan, li ber balyozxaneyê daxuyaniyek têkildarê armanca çalakiya xwe da. Di axaftinên li vir hatin kirin de, bal kişandin li ser qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî û êrîşên dewleta Tirk û Îranê yên li ser jinan. Di axaftinan de berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate silavkirin û wiha hate gotin: “Em li ber parlementoya Swêdê ne, ew ji xwe re dibêjin em demokrat in û mafê mirovan diparêzin, lê li parlementoya li hember me binêrin; rayedarên Tirkiyeyê û Îranê li wir tên pêşwazîkirin. Ew dewletên ku qala demokrasî û mafê mirovan dikin, çekên xwe difiroşin Tirkiyeyê û Îranê ku ew jî wan çekan li dijî gelê Kurd bikar tînin. Gelê li Îran, Sûriye û Tirkiyeyê, êdî ji wan dîktator û kujeran bêzar bûne û daxwaza mafên xwe dikin. Her tim digotin ku ew dewlet bi hinceta ewlekariya welatê xwe, êrîşê Kurdan dikin, lê tu kes qala mafên gelê Kurd nake. Erdogan jî dixwaze tola DAÎŞ’ê ji gelê Kurd bigire.”

Di çalakiyê de koma Hîphop a Efrîkayî jî bi peyamên xwe daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û bi stranên xwe piştgîrîya çalakiyê kir.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.