Ciwanên Kurd wê bi OHCR’ê hevdîtinê bikin

Tevgerên ciwanên Kurd TCŞ û TêkoJIN, li Ofîsa Serkomîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê (OHCR) çalakiya bêîtaetiya sivîl li dar xist. Tê payîn ku ciwan êvarê hevdîtinê bi rayedaran re bikin.

Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li dijî gerîla û êrîşên bi ser Rojava, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiyeke bêîteatiya sivîl hat lidarxistin. Endamên TCŞ û TêkoJIN’ê ketin OHCR’yê û dan zanîn ku dixwazin hevdîtinê bi rayedaran re bikin.

Çalakgeran ev daxuyanî da:

“Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji bo 9’ê Mijdarê soz da ku wê civînekê bi me re çêbike, lê hêj tu têkilî bi aktîvîstan re nehatiye danîn. Ciwanên me ji bo daxwaza xwe divê rasterast bi rayedarên saziyê re hevdîtinê bikin.“

Çalakgeran da xuyakirin ku heta hevdîtinê bi OHCR’ê nekin ew ê neçin.

Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava“, “Êrîşên kîmyewî rawestînin“ û “NY, bi erka xwe rabibe“ hatin berzkirin.

Piştî demekê bi şûn de rayedar hatin ba ciwanan. Çalakgeran ji rayedaran re wiha got: “Hûn şerê li Kurdistanê dibînin û dengê xwe jê re nakin. Her roj çekên kîmyewî tên bikaranîn. Li dijî kes û saziyên li ber êrîşan radibin zext û polîtîkayeke cuda tê pêkanîn. Piştî daxuyaniyê girtina Şebnem Korûr Fîncanci nîşana vê yekê ye.“

Rayedarên navên wan nehat zanîn, anîn ziman ku wan hay ji tiştên diqewimin heye. Lê bersiva pirsa “Hûn çima tiştekî nakin?“ nedan.

Ciwanan li ber avahiyê daxuyaniyek da çapemeniyê û dawî li çalakiya xwe anî.

Bi daxuyaniyê hat ragihandin ku wê êvarê saet di 18.00’an de ciwan û rayedarên komîsyona OHCR’ê bi hev re civînekê bikin.