Ciwanên Kurd û antîfaşîst li Viyanayê li dijî dagirkeriyê rabûn
Li paytexta Avûstûrya Viyanayê ciwanên Kurd û komên antîfaşîst li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Tirk meşiyan.
Li paytexta Avûstûrya Viyanayê ciwanên Kurd û komên antîfaşîst li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Tirk meşiyan.
Tevgera ciwanan TEKO-JIN, TCŞ li gel dostên antîfaşîst, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi meşekê protesto kirin.
Çalakiya ku 29’ê Nîsanê saetên şevê hate kirin, alên dirûşmên dilsoziya bi PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin qîrkirin.
Ciwanên ku li Johnstrasse Wasserwelte kom bûn, çalakî kirin, diyar kirin ku wê dewleta Tirk li ber tevgera azadiya Kurdistanê têk biçin.