Ciwanên Kurd: Sînorên bi Lozanê hatine danîn em nas nakin

Çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza pêkanîna Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê tê lidarxistin vê hefteyê jî dewam kir.

Çalakiya rûniştinê ya ji 25’ê Çileyê 2021’î heta bi niha tê lidarxistin vê hefteyê Tevgera Ciwanên Şoreşger TCŞ û aktîvîstên Teko-Jin’ê dewir girt. Di çalakiyê de, di şexsê Fermandarên QSD’ê Jiyan Tolhildan û Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan a di encama êrîşa bi balafira biçek a bêmirov a dewleta Tirk a li ser rêya Qamişloyê şehîd bûn de, ji bo şehîdên têkoşîna Têkoşîna Kurdistanê bi deqeyekê rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê TCŞ û TekoJIN’ê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku çalakî du sal in dewam dike û wiha hat gotin: “Em wek rêxistina ciwanên li Cenevreyê soz didin ku em ê bi biryar li çalakiya xwe dewam bikin û berê xwe bidin hedefê, heta ku azadiya Rêber Apo pêk bînin û Kurdistanê bikin xwedî statu em ê nesekinin.“

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi êrîşên dagirkeriyê yên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk hat kirin û wiha hat gotin: “Dewleta Tirk a têkçûyîna xwe ya li hemberê gerîla nikare vebişêre hewil dide ku bi kuştina hovane ya xelkê sivîl veşêre û bi awayên din êrîşên bike. Herî dawî 20’ê Tîrmeha 2022’yan li Zaxoyê jin û zarok 9 sîvîl qetil kirin, zêdeyê 20 sivîl birîndar kirin.“

Her du rêxistinên ciwanan anî ziman ku Artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya NATO’yê bi xeyalên neo-Osmanîtiyê tev diger û bi hemû hêza xwe êrîşê Kurdistanê dike û di salvegera Peymana Lozanê ya 24’ê Tîrmehê hatiye îmzekirin de ev tişt dan xuyakirin:

“Em wek rêxistina ciwanan û gelê welatparêz ê Kurd, em dibêjin ku ev sînorên hatine kişandin qebûl nakin, di serî de li dijî dewleta Tirk a dagirker û hemû dewletên hewil didin destkeftiyên Kurdan ji holê rabikin em ê di her warî de têbikoşin û xwe biparêzin.“

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê ciwan heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin û pergala Konfederalîzma Demokratîk a li dijî Modernîteya Kapîtalîst ava kiriye, ava bikin, nesekinin.