Ciwanên Kurd li Stûttgartê dewleta Tirk û PDK şermezar kirin

Tevgerên ciwanên Kurd TCŞ û TÊKO-JIN li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya pê re şermezar kirin.

Ciwanên Kurd roja Duşemê li Stadtmîtteyê li hev civiyan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û PDK şermezar kirin.

Ciwanan êrişa 5'ê Hezîranê ya li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê jî şermezar kirin.

Di meşê de meşale hatin vêxistin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana gerîla" hatin qîrîn.

Meşa ku nîv saetê dewam kir, bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de ku bi navê ciwanan hate dayin, hate gotin, "Ciwanên Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a mêtinger qirker û li dijî xeta PDK'ê ya xiyanetê divê dakevin qadan. Em ê bênavber li qadan bin û faşîstan têk bibin."