Ciwanên Kurd li Fransayê êrişên li ser Êzidiyan şermezar kirin

Ciwanên Kurd ên li Fransayê, êrişa li ser kampa Êzidiyan li pêşiya Konsolosxaneya Tirk şermezar kirin.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Bordeaûx ê Fransayê li hev civiyan û êrişa dewleta Tirk a li ser kampa Qadiya ya li Zaxoyê şermezar kirin.

Ciwanan pankartên bi nivîsên "Dewleta Tirk a kujer wê hesab bide" û "L'Etat turc massacre des civils dans des camps de réfugiés kurdes (Dewleta Tirk a faşîst bombe li kampên Kurdan barand)" bi konsolosxaneya Tirk a li Bordeaûxê ve daliqandin.

Di çalakiyê de bang li ciwanên Kurdistanê hate kirin ku dakevin qadan.

EVRY

Li banliyoya Evry a paytexta Fransa Parîsê jî bi banga aktîvîstên TCŞ'ê Kurdistanî li hev civiyan û li dijî êrişa li ser kampa Qadiya meşiyan.

Di meşê de pankartên bi nivîsên "Na ji fermana 75'an re" û "Tolhildan" hatin hildan û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Şengalê", "Tolhildan" û "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn.

Çalakgeran bang li hikumeta Fransayê kirin ku li pêşberî van komkujiyan bêdeng nemîne.