Ciwanên Kurd li Cenevreyê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Ciwanên Kurd li bajarê Cenevre ya Swîsreyê li dijî êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û gelê Kurd bi meşekê protesto kirin.
Ciwanên Kurd li bajarê Cenevre ya Swîsreyê li dijî êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û gelê Kurd bi meşekê protesto kirin.
Li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger û TEKO-JIN ciwanên Kurd li stasyona trenê ya navenda Cenevreyê kom bûn û dest bi meşê kirin.
Di meşê de êrîşên dewleta Tirk a li ser goristanên gerîla û xiyaneta PDK’ê hate protestokirin.
Meşa ku xwedî li têkoşîna gerîla derketin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan hate kirin, li devera Roûte de Grotte bi dawî bû.