Ciwanên Kurd li ber ofîsa NY’ê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xist

Tevgera Ciwanên Kurd TCŞ û TekoJIN, li ber Ofisa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYyê (OHCHR) a Cenevreyê çalakiya bêîteatiya sivîl lidarxist.

Li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li dijî gerîla û êrîşên wê yên li ser Rojava, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin.

Endamên TCŞ û TekoJin çûn OHCHR’ê û xwestin bi rayedaran re hevdîtinê bikin.

Çalakvanan ev daxuyanî da:

“Li gel ku di 9’ê Mijdarê de Rêxistina Tenduristî a Cîhanê soza civina derbarê bikaranîna çekên kîmyewî dabû, lê heta niha jî têkilî bi çalakvana re danenîne. Daxwaza ciwanan ev e ku divê rasterast bi rayedarên saziyê re hevdîtin pêk were."

Çalakvanan diyar kirin ku heta bi OHCHR’ê re hevdîtinê nekin wê çalakiya wan bidome.

Di çalakiyê de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava, “Êrîşên kîmyewî rawestînin” û “NY’ê erka xwe bicih bîne” hatin berzkirin.