Ciwanên Kurd li ber derê Meclîsa Elmanya çalakî kirin

Ciwanên Kurd li ber derê Meclîsa Federal a Elmanya ya li Brandenbûrg a paytexta Elmanya Berlînê çalaiyeke bêîtîatiya sivîl kirin.

Ciwanên Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Zap, Metîna û Avaşîn li pêşiya Meclîsa Federal a Elmanya çalakiyên xwe didomînin.

Ciwanan li ber derê Meclîsê posterên Rêberê Gelê Kurd vekirin, dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ qîr kirin

Têkildarî çalakiyê ciwanên daxuyanî dan gotin: “Li şûna ku Meclîsa Federal a Elmanya pêşî li êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Zap, Metîna û Avaşîn bîne, destekirina wê nayê qebûlkirin. Em ê hesab ji vê bêdengiya we bixwazin.

Polîsan ciwanên li ber derê meclîsê kirin dorpêçê û mudaxele kirin. Li hember mudaxeleyê ciwan li ber xwe didin.