Ciwanên Kurd: Heta tecrîd bidome em ê li qadan bin

Rêxistinên Ciwanan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş li dar xistin. Ciwanan diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidome, wê çalakiyên xwe bidomînin.

Li payîtexta Fransa Parîsê, Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş li dar xist. Ciwan li ber avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Grîngyê heta îstasyona trenê ya Grîngyê meşiyan. Di meşê al û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Ciwan di meşê timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Bê Serok jiyan nabe“, “Bijî berxwedana zindanan“ û “Jin jiyan azadî“ berz kirin.

Li ber îstasyona trenê ya Grîngyê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidome em ê çalakiyên xwe bidomînin.“