Ciwanên Kurd ên li Rûsyayê tecrîda Îmraliyê şermezar kirin

Ciwanên Kurd ên li herêma Stavropolê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Ciwanên Kurd ên li navçeya Novo Aleksandrovsk a herêma Stavropolê ya Rûsyayê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Endamên Meclîsa Ciwanan a Otonomiya Novo Aleksandrovskê Nusret Rustemoz û Çerkez Ahmedov axivîn.

Ciwanan diyar kirin ku hêzên Modernîteya Kapîtalîst dixwazin Rojhilata Navîn û Kurdistanê biguherînin û gotin, “Tekane hêza ku li hemberî vê planan têdikoşiya, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurdan e. Projeya Modernîteya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî Modernîteya Kapîtalîst projeya wekheviya gelan e. Ev proje ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn bûye tekane rê.”

Di daxuyaniyê de dewleta Tirk a faşîst hate şermezarkirin û ev tişt hate diyarkirin: “Dewleta Tirk a faşîst li qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyoneke leşkerî kir û derbeke giran xwar. Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê ji bo tola vî tiştî bistîne dest bi girtina endamên HDP û DBP û saziyên legal ên Kurdan kir. Em piştgiriyê didin greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî yên Kurd li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin. Ji bo şikandina vê tecrîdê li her dera dinyayê Kurd daketine qadan.”