Ciwanên Kurd bi rêxistina Abahlali BaseMjondolo ya ji Başûrê Efrîkayê re civiyan

Komîteya Dîplomasiya Ciwanan a Kurdistanê li bajarê Durbanê yê Efrîkaya Başûr bi rêxistina Abahlali BaseMjondolo ya ku sed hezar endamên wê hene, civiya.

Delegasyona ciwanan vê înê çû Durban a ku li perava rojhilat a Efrîkaya Başûr e û bi rêxistina Abahlali BaseMjondolo re rûnişt. Ev rêxistin li Efrîkaya Başûr yek ji rêxistina herî mezin a civakî ye.

Sed hezar endamên rêxistina Abahlali BaseMjondolo hene. Ev rêxistin desteserkirina axê û rêveberiya kolektîf a di avadaniyên komunal de organîze dike. Rêxistin diyar dike li herêmên hejar ên Efrîkaya Başûr li hemberî zextên dewletê û qelsiyên xizmetên sereke ew xwe diparêzin.

Li ser şêniyên vir xetereya koçberiya bi darê zorê û hilweşandina holikên wan heye. Hele caran jî elektrîk û ava wan jî tune.

Ji ber xebatên xwe yên komunal civakên Abahlali BaseMjondolo dibin hedefa rayedaran. Hêzên ewlehiyê digirin ser van civakan û xisarê didin baxçe û çewligê mirîşkan a van civakan. Di dema serdegirtinan de mirov jî tên kuştin. Li gorî çavkaniyên Abahlali BaseMjondolo 23 çalakvanên wan ji aliyê hêzên ewlehiyê û kujeran hatine kuştin.

Abahlali BaseMjondolo heyeta Kurdan li ofîsa xwe ya rêxistinê pêşwazî kir.

Abahlali BaseMjondolo diyar kir ku ew xwe bi rê ve didin û dibistana wan a bi navê Dibistana Perwerdehiya Siyasî ya Franz Fanon heye, ev dibistan alternatîfa pergala dewletê ye û ew ê xebatên xwe yên alternatîf bidomînin.