Ciwanên ku li Hollandayê hatibûn girtin, hatin berdan

Ciwanên Kurd ên ku li Hollandayê li avahiya OPCW’ê çalakî kiribûn û du meh in girtî ne, hatin berdan.

Ciwanên Kurd di 3’ê Kanûna 2021’an  de xwestibûn dosyeyekê pêşkêşî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) bikin. Di dosyeyê de dihate diyarkirin ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar anine. Ligel ku gelek bang hatin kirin jî tu gav nehatibû avêtin.

Ciwanên Kurd ketibûn avahiya OPCW’ê û piştî çalakiyê bi du saetan polîsên Hollandayê bi jop, gaz û kûçikan êrişî  ciwanan kiribû û ciwan destgîr kiribûn.

55 ciwan hatibûn destgîrkirin û 4 ciwan dema wan nezaretê hatibû dirêjkirin. Ciwanên ku ji 3’ê Çileyê û vir ve girtîbûn, îro hatin berdan.