Ciwanên Başûr li Londonê PDK protesto kir

Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re li Londonê bi çalakiyekê protesto kir.

Li paytexta Îngilistanê Londonê, Înîsiyatîfa Ciwanên Başûr hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ya bi dewleta Tirk a dagirker re li ber avahiya nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi çalakiyekê protesto kirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên bi Soranî û Îngilîzî hatin berzkirin.

Ciwanên Başûr li dijî xiyanet û hevkariya PDK’ê dirûşmeyên“Em nahêlin ala me qirêj bibe“ berz kirin. Ciwanan anî ziman ku wê gelê Başûr nehêle ala wan ji bo xiyanet û lîstikên qirêj bê bikaranîn.