Ciwanên Şengalê ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Şengalê, li navçeya Borikê ya bajarê Şengalê meşek hate lidarxistin. Ciwanan daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Ciwanên Şengalê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşaleyan meşiyan.

Komek ji ciwanên Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Şengalê li ber Meclîsa Komalgeha Borikê li hev kom bûn û bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Îmraliyê "heta sûkê meşiyan.

Li navenda komalgehê bi navê Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCŞ) û Yekîtiya Jin ên Ciwan ên Êzidî daxuyaniyek hate dayin.

Di daxuyaniyê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û berxwedana gerîla hate silavkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku eger dijminekî Êzidiyan hebe ew jî dewleta Tirk a dagirker e, eger dostê Êzidiyan hebe ew jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Ciwanan destnîşan kir ku di çarçoveya pêngava "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" heta azadiya Ocalan wê têkoşîna xwe bidomînin.