Ciwanan Nobeta Azadiyê wergirt

Ciwanên Kurd ên ji Swîsreyê hatin Nobeta Azadiyê ya li Strasboûrgê wergirtin. Ciwanan banga yekîtiyê kirin.

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda li ser wî were rakirin li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê di 25’ê Hezîrana 2012’an de ‘Nobeta Azadiyê’ hatibû destpêkirin. Çalakî di hefteya 468’an de didome.

Her hefte komek Kurdên li Ewropayê û dostên wan vê nobetê digirin. Vê hefteyê jî ciwanên Kurd ên ji Swîsreyê hatin, ev nobet dewr stendin. Di vê komê de Ûgûr Orak, Berxwedan Peker, Teslîm Ekmen û Mehmet Goyî cih digirin.

Ekmen li ser navê komê axivî û diyar kir ku ew çalakgerên greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên berxwedêr silav dikin. Ekmen diyar kir têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurdan bi şîara ‘Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanê biqedînin’ dest pê kiriye û bal kişand ser vî tiştî ku wê ciwanên Kurd mîsyona xwe bi cih bînin.

Ekmen diyar kir ku dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê tê domandin û qala êrîşa li ser Mexmûrê kir. Ekmen got “Êrîşa bi SÎHA’yê ya li ser Mexmûrê tolhildana DAÎŞ’ê ye. Mexmûr di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye. Em bêdengiya welatên Ewropayê ya li dijî êrîşa li ser gelê Kurd û kampa penaberan şermezar dikin.”