Ciwanan li Marsîlyayê stanta îmzeyan danîn

Ciwanên Kurd bi armanca derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ li bajarê Marsîlyayê stanta îmzeyan danîn; îmze komkirin, broşur, belavok û pirtûkên destan belavkirin.

Çalakiyên li Ewropayê yên li dijî qedexeya li ser PKK’ê ya 28 salin berdewam dike didomin.

Bi tevlêbûna endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ku li Meydana Vîeûx Port a Marsîlyayê hatin ba hev stantek bi armanca derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ û agahdarkirinê hat danîn. Di stantê de ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ îmze hatin komkirin û pirtûkên destan ên paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedibêjin hatin belavkirin.

Her wiha broşurên têkildarê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê jî li ciwanên ku li derdorê bûn hat belavkirin.