Ciwanan li Marsîlyayê ji bo girtiyan çalakî lidarxist

Endamên TCŞ’ê û TekoJIN’ê ji bo ku ji girtiyên li girtîgehên Tirkiyê re bibin deng li Marsîlyayê daketin qadan.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) li dijî pêkanînên dijmirovî yên dewleta Tirk a li girtîgehan, ji bo bibin dengê girtiyan û bi taybet Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakî lidarxistin.

Ciwanên ku bi şev li gara trenê ya navendî ya Marsîlyayê belavokên balê dikişînin ser êşkenceya li girtîgehan belav kirin û dirûşme berz kirin.

Çalakvanan li ber deriyê qereqolê daxuyaniya çapemeniyê dan, diyarkirin ku ji bo şikandina tecrîdê û bûyina dengê girtiyên nexweş ên di zindanan de wê her tim li kolanan bin û têkoşîna xwe bidomînin.

Çalakiya ku saetekê dewam kir, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.