Ciwanan li Marîgnanê çalakî kirin

Çalakvanên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Marîgnane ya Fransaya Başûr li dijî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşek lidarxist.

Ciwanan di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de saetên êvarê hatin gel hev, êrîşên dagirker ên dewleta Tirk, qetlîama li ser malbata Kurd a li Konyayê ya bi piştgiriya rejîma AKP-MHP’ê pêkhatî û salvegera qirkirina Şengalê bi meşekê şermezar kirin.

Gelek ciwanan ku tevlî meşê bûn porsterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û TCŞ’ê hilgirtin. Di meşê de êrîşên dagirker û qirkerî yên dewleta Tirk a li Kurdistanê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn, bi berzkirina dirûşmeyên bi zimanê Kurdî û Fransî hat şermezarkirin.

Di dawiya meşê ciwanan daxuyaniyek dan, di daxuyaniyê de hat gotin ku ewê li hemberî êrîşên faşîst qadan vala nehêlin û bang li hemû ciwana hat kirin ku bi ruhê Werin Cenga Azadiyê çalakiyan bikin û ji faşîzmê hesab bipirsin.