Ciwanan li Kadikoyê bang kirin: Em ê nehêlin HDP were girtin

Li Kadikoyê ciwanan doza girtina HDP’ê şermezar kir û peyama “Wê ciwan nehêlin HDP were girtin” dan.

4 saziyên ciwanan yên ji Ciwanên Demokrat ên Nû, Kaldiraç, Komunên Ciwanan û Piştewaniya Bogazîçiyê pêkhatibûn li ber Operaya Sureyya ya Kadikoyê doza girtina HDP’ê şermezar kirin. Parlementerên HDP’ê Zuleyha Gulum û Dêrsim Dag jî tevlî çalakiyê bûn a ku di bin dorpêça polîsan de pêk hat. Di çalakiyê de pankarta li ser hatibû nivîsandin “Wê ciwan nehêlin HDP were girtin” û dovîzên “Êrişên li ser HDP’ê bi çalakiyê girseyî dikare were pûçkirin” û “Rejîma sarayê wê bin bikeve û wê gelên berxwedêr serbikevin” hatin hilgirtin. Ciwanan bi domdarî dirûşmeyên “HDP hêvî ye, hêvî li ser piyan e” û “Bijî berxwedana HDP’ê” hatin berzkirin. Arda Yuksel daxuyaniya rêxistinên ciwanan xwend.

Di daxuyaniyê de behsa pêvajoya hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an hatiye kirin û hatiye gotin ku HDP’ê bi derbaskirina bendavê hemû hesabên dewletê têk da. Di dewamê de jî îşaret bi bêçaretiya desthilatê ya têkilê çareserkirina qeyrana rêveberiyê hat kirin û hate gotin ku desthilatê çareserî di sîstema serokatî ya bûyî çete dîtiye.

Di beşek din a daxuyaniyê de hatiye destnişankirin ku qetilkirina malbatek Kurd ya 7 kesî ya li Konya û Denîz Poyraz li avahiya HDP’ê ya bajarê Îzmîrê di encama polîtkayên şer ên desthilat yên li hemberî gelê Kurd tê ku hewl dide welat bi rêbazê qeyûman bi rê ve bibe.

Her wiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku li hemberî êrişên desthilat, ew dizanin ku dikarin bi têkoşîna bi hev re li hemberî doza girtinê ya li ser HDP’ê bisekinin. Dîsa tê gotin ku desthilat wê nekaribin HDP’ê ji derveyî siyasetê bihêlin.

Di dawiya daxuyaniyê de jî ev bang hatiye kirin; “Em bang li hemû kesimên ku mafê siyasetê ya HDP’ê diparêzin dikin ku têkoşîna li dijî vê sîstema kevinbûyî mezin bikin û em ê nehêlin ku HDP were girtin!”