Ciwanan li hemberî êrîşên dagirker çalakî kirin

Çalakgerên TCŞ’ê li bajarê Bordeaûx a Fransayê êrîşên li ser Zap, Metîna û Avaşînê şermezar kirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Kurd li bajarê Bordeaûx a Fransayê hatin ba hev û êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Zap, Metîna û Avaşînê şermezar kirin.

Çalakî saet di 18.00’an de li Qada Grand Theatreyê hate destpêkirin.

Di çalakiyê de pankartên bi Fransî yên ‘Êrîşên dewleta Tirk bidin sekinandin’ û ‘Faşîzm ji nû ve xwe ava dike, wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan’ hate vekirin.

Di çalakiyê de belavoka bi Fransî hate xwendin û hate diyarkirin ku ew êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê qebûl nakin.