Ciwanan li Hannoverê dewleta Tirk protesto kirin

Li bajarê Hannoverê ya Elmanyayê ciwanan bi meşekê pêkanînên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin.

Jinên Ciwan ên Azad (JCA) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Hannover a Elmanyayê meşeke girseyî li dar xistin. Di çalakiyê de faşîzma Tirk û dagirkirina Kurdistanê hate şermezarkirin.

Meş li Klagesmarkê dest pê kir û gelek rêxistinên ciwan ên enternasyonalîst û antîfaşîst jî tevlî meşê bûn. Meş heta Meydana Steintor domiya yê ku Halîm Dener ê 16 salî sala 1994’an ji aliyê polîsên Elman ve hatibû qetilkirin.

Di çalakiyê de alên TCŞ, pankartên ku wêneyên Bariş Çakan ê ku ji ber guhdariya muzîka Kurdî kiribû ji dilê xwe ve hatibû kêrkirin û qetilkirin û wêneyên George Floyd ê ku li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji aliyê polîsekî çerm sipî ve hatibû fetisandin û qetilkirin hebû hatin hilgirtin. Di tevahiya çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û bi zimanê Elmanî jî “Hemû dagirker ji Kurdistanê bicehimin biçin” hatin berzkirin.

Her wiha wêneyên gerîla Lecwan Munzûr û Çekdar Botan ku di 5’ê Hezîran a 2016’an de şehîd bûbûn jî ji aliyê ciwanan ve hate hilgirtin.

Di dawiya meşê de li Steintorplatzê mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de jî piştî xwendina helbesta Kurdî ya bi navê “Xwelî li serê we be” li ser navê TCŞ, YDG (Ciwanên Demokratîk ên Nû) û KON-MED’ê axaftin hatin kirin.