Ciwanan hovîtiya bi çekên kîmyewî li St. Gallenê teşhîr kir

Aktivîstên TCŞ’ê yên li St. Gallenê hatin ba hev, êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk ên berpêyî Kurdan, bi standa agahdarkirinê teşhîr kirin.

Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ve li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên berpêyî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, standa agahdarkirinê hat danîn.

Aktivîstên TCŞ’ê, bi lixwekirina cilên spî yên xwe parastina ji çekên kîmyewî û hildana wêneyên gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn, bal kişandin ser hovîtiyê. Di çalakiyê de gelek danezan hatin belavkirin û xwendin.

Aktivîstê TCŞ’ê Hakî Amanos, bang li hemû ciwanên Kurdistanê kir ku di sala 45’emîn a partiyê de li dora gerîla bibin xelek û li mîrateya hiştine bibin xwedî û li ser rêya wan bimeşin.