Ciwanan êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

Li bajarên Marsîla û Parîsê yên Fransayê, li bajarên Stûttgart û Freîbûrg ên Elmanyayê, aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li Marsîlya, Parîs, Freîbûrg û Stûttgartê hatin şermezarkirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi dirûşma "Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi hev re serhildan" çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de tevî êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk her wiha hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re jî hate şermezarkirin û bi zimanê Fransî daxuyaniyek hate dayin.

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hatin hildan û ciwanan diyar kirin ku wê çalakiyên xwe bênavber dewam bikin.

PARÎS

Li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Fransa Parîsê jî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Ciwan li ber strasyona navendî li hev civiyan û heta navenda bajêr meşiyan.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bimire xiyanet, "Solution politique pour le Kurdistan", "A bas le regime fasciste en Turquie", "Liberte pour Ocalan", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin qîrîn.

Ciwanan di dawiya çalakiyê de li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd daxuyaniyek dan çapemeniyê.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Ciwanan li qada Konigstrasseyê çalakî kirin û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî" û "Es lebe Ocalan" qîriyan.

Ciwanan diyar kirin, ku wê li hemberî êrişên dagirkeriyê û hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re bêdeng nemînin û çalakiyên xwe bênavber dewam bikin.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrgê yê Elmanyayê, ciwanan li tramvayê çalakî li dar xistin û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, piştgiriya siyasî û leşkerî ya dewleta Elman a ji bo van êrişan şermezar kirin.

Ciwanan daxuyaniyek li ser êrişan dan û bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.