Ciwanan çalakiyên ‘Ji Rêber Apo re azadî’ lidarxistin

Endamên TCŞ û TekoJIN’ê weke her Çarşemiyê îro jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.

Endamên TCŞ û TekoJIN'ê li Marsîlyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş pêk anîn, li Dusseldorfê jî ketin balafirgeha Dusseldorfê û belavok belav kirin.

MARSÎLYA

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) ku di saetên êvarê de li herêma Belle de Maî ya Marsîlya ya Fransayê hatin cem hev, di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de meşek lidar xistin.

Di meşê de ciwanan pankartên bi nivîsa "Libertê poûr Ocalan" vekirin û alên PKK'ê hildan, her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Di meşa ku li tax û kolanan hate lidarxistin de bi berzkirina dirûşmeyên bi zimanê Kurdî û Fransî faşîzma Tirk hate protestokirin û ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî hate xwestin.

Meşaleyên rengîn ên ku ciwanan di meşê de pêxistibûn bala derdorê kişand. Meşavan dema gihîştin navenda bajêr daxuyaniyek kin dan.

Di daxuyaniyê de ciwanan diyar kirin ji ber ku ev 23 sal in tecrîda girankirî û êşkenceya sîstematîk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê rêvebirin, şerê li Kurdistan û Rojhilata Navîn kûr bûye û gotin ku merca herî mezin a ji bo gelan ku di nava aştiyê de bijîn rakirina tecrîda li Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Ocalan e.

Ciwanan xwestin ku 4 ciwanên Kurd ên di çalakiya 3’ê Kanûnê ya li OPCW’ê pêkanîbûn hatibû girtin û hê jî girtîne demildest bên berdan û dan xuyakirin ku divê hemû ciwan tevlî meşa ku wê di 8’ê Çileyê de ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê were lidarxistin bibin.

DUSSELDORF

Aktîvîstên TCŞ û TekoJIN ên li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hatin cem hev û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li balafirgeha Dusseldorfê çalakiyek lidar xistin.

Ciwanan danê êvarê saet di 19.00 de li ber Balafirgeha Navneteweyî ya Dusseldorfê hatin cem hev û xwepêşandanek kirin. Di çalakiyê de hat gotin bê ka NATO û CPT bi hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re çiqasî piştgirî dane tecrîda girankirî û sîstematîk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Piştî çalakiya ku rastî eleqeyek mezin hat, belavokên bi zimanê Elmanî tevî berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok APO" hatin belavkirin.