Ciwana Sine: Îran di şexsê jinê de civakê li sêdare dide

Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) Ciwana Sine diyar kir ku rejîma Îranê bi siyaseta sêdaredana jinan dixwaze çavê civakê bitirsîne û di şexsê jinê de civakê li sêdare bide; pêşî li serhildanên gel bigire.

Endama Koordînasyona KJAR’ê Ciwana Sine di derbarê siyaseta sêdaredana jinan ên dema dawî yên rejîma Îranê li ser civakê birêve dibe ji ANF’ê re axivî.

Sine di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser siyasetên rejîma Îranê yên li hemberî jin û civakê got: "Eger em bixwazin behsa siyaseta dewletan bikin pêwîste ku çavekê li şêwazê dewlet netewe bigerînin. Ji ber ku siyaset di vê şêwaz û modela dewletê de wiha ye ku ji bo ku temenê xwe dirêj bikin dixebitin, her wiha ji bo ku siyasetên xwe li ser civakê ferz bikin kar dikin. Ev yek bi şêwazekî pir zelal li Îranê tê dîtin, ji ber ku Îran dewlet neteweyek e ku xwe di nav cilê ol û mezhebî de veşartiye, bi vî rengî siyaseta xwe ya qirêj li ser civakê ferz dike. Ji bo ku demdirêj xwe li ser pêyan bigre, siyaseta lewzakirina civakê ji xwe re bingeh digre. Ji bo lewazkirina civakê jî Îran siyaseta kuştina jinan û ciwanan birêve dibe ku hemû rojê mirov dikare bi awayek eşkere wê bibîne.”

'SIYASETA KUŞTINA JINAN Û CIWANAN A LI ÎRANÊ ZÊDE BÛYE'

Sine di dewamiya nirxandinên xwe de îşare bi zêdebûna kuştina jin û ciwana ya li Îranê kir û wiha pêde çû: “Dema rewşa Îranê xirab dibe û ji aliyê siyasî ve tengav dibe, siyaseta kuştina jin û ciwanan zêde dibe. Her wiha bûyerên xwekujiya jinan a ji ber nûnerên dewletê yên nava malê wek bav, bira û yan jî her zilamê ku xwedî hişmendiya zilamsalare û nûnertiya dewletê dike, pêş dikeve.”

'RÊJEYA SÊDAREDANÊ ZÊDE BÛYE'

Ciwana Sine di beşek din a nirxandinên xwe de destnîşan kir ku rewşa niha ya Îran têde ye rewşeke xirabe, ji ber ku berê baweriya wan wiha bû ku hilbijartinên Emerîka û guhertina Trûmp wê bandorê li ser siyaseta Emerîka bike. Sine domand: “Lê ev xeyalek vala ye, ji ber wê niha ku hilbijartinên serokkomartiya Îranê nêzîk dibe, dest bi pêlek ya girtinan kirine. Mînakê wê 140 welatî ne ku di dema bihorî de hatin destgîrkirin, xwekuştina jinan zêde bûye, rêjeya sêdaredanê zêde bûye ku herî zêde jî li Kurdistan û başûrê Îranê ango eyaleta Belûçistanê pêkhatiye. Ev hemû êrîşane wê dide nîşandan ku rewşa Îranê zêde aloze, lewma hewl didin çavê civakê bitirsînin û dengê wê bifetisînin. Ji ber ku agahiyek wiha hebû ku di salvegera şoreşa gelên Îranê de serhildan çêbibe. Ev hemû hewldanane jî ji bo ku pêşî li serhildanên gel bigrin bû. Ev jî yek ji siyasetên şerê taybet ê rejîma Îranê ya li hemberî civakê ye ku dixwazin bi sêdaredanan pêşî li serhildanên gel bigrin.”

'DI NAVA 3 MEHAN DE 11 KES HATIN DARVEKIRIN'

Sine li ser zêdebûna bîlançoya kuştinan ya di nava 3 mehên bihorî de jî got: “Tenê di nava 3 mehên dawî de 11 kes hatine darvekirin, eger em berhev bikin zêde bûye. Di çaxa navîn a dîrokê de jinên zîrek û jêhatî weke sihêrbaz dihatin pênasekirin û dihatin şewitandin, niha Îran jî bi heman şêwazê siyaseta xwe ya hovane birêve dibe. Wate niha li hemberî jinan di hişmendiya çaxa navîn de dijî, mînaka wê jî jina bi navê Zehra Îsmaîlî bû ku bi tawanê kuştina hewjînê xwe biryar li ser dabûn ku bi şêwazekî hovane darvebikin. Yanî divê beriya darvekirinê 16 caran were darvekirin. Lewma di wê demê de krîza dil derbas dike, lê tevî wê yekê jî dilên wan na şewite û dîsa cenazeyê Zehra ya bê ruh darve dikin.”

'DI ŞEXSÊ JINÊ DE CIVAKÊ LI SÊDARE DIDIN'

Endama Koordînasyona KJAR’ê Ciwana Sine anî ziman ku divê şîroveyek baş ji bo siyaseta darvekirinê bê kirin, di şexsê wan kesên li sêdare didin de, di rastiyê de civakê sêdare didin. Sine axaftina xwe wiha domand: Hewjînê Zehra jî endamekê dezgeha îstîxbarata Îranê ango Îttîlaatê ye ku bi berdewamî êşkence li Zehra û keça wê kiriye.”

Sine her wiha bal kişnad ku divê ev yek jî bê dîtin ku Îran rojane jinan li sêdare dide û mirov dikare vê wek siyaseta terorê û kiryarên wê jî terorîst pênase bike û wiha ev nirxandin kir: “Nebûna jina ya li qada siyasetê û hemû qadên din bi ser xwe teroreke, kuştina vîna jinan e ku bi şêwazekî veşartî di nava civakê de mirovan tine dike. Ji aliyê din ve jî bi siyaseta darvekirinê re tirs û xofê pêşdixe. Her wiha pêwîste vê bibînîn ku sêdaredana Zehra Îsmaîlî di demekî mîna niha ku em nêzî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî bi mabest e, ji bo ku jin di wê rojê de serhildanê nekin, bi vî şêwazê hovane Zehra li sêdare dan.”

'DIVÊ JINÊN TIM LI HER QADÊ LI DIJÎ TUNDÎ, KUŞTIN Û SÊDAREDANÊ BIBE DENGÊ JINAN LI KOLANAN'

Endama Koordînasyona KJAR’ê Ciwana Sine di dawiya nirxandinên xwe de ev bangewaziy kir: “DI dema bihorî de jinan ti carî li hemberî siyasetên şerê teybet ên rejîma Îranê serî netewandin, her tim li dijî siyaseta kuştina jinê û darvekirinê derketine. Niha jî pêwîste wek erkek jin her tim li dijî kuştina jinan û sêdaredanê dengê nerazîbûnê ya li kolanan bin. Ji ber ku Îran herî zêde ji dengê jinan ditirse. Lewma dema nêzî 8’ê Adarê dibîn, pêwîste em hemû neteweyên li Îranê û hemû jin dengê xwe bilind bikîn û bi nîşandana nerazîbûna xwe û bilindkirina dengê xwe siyaseta Îranê vala derxînin.”