'Ciwan wê bi têkoşîna xwe çokê li wan bidin tewandin'

Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê diyar kirin, ku ev polîtîkayên qirêj piştî Pêngava "Bikeve nav tevgerê" zêdetir pêş ketin û gotin: "Ciwan wê bi têkoşîn û berxwedana xwe çokê li wan bidin tewandin."

Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê timî ji aliyê kesên ku xwe weke polîs didin nasîn ve tên revandin û sîxurtî li wan tê ferzkirin. Ji sala 2018'an ve li Enqereyê 15, li Wanê 3, li Stenbol û Amedê 10 bi giştî 28 ciwan hatine revandin û sîxurtî li wan hate ferzkirin.

Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Berfîn Can û Înan Demîr der barê polîtîkayên dewletê yên li ser ciwanan de axivîn.

Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Berfîn Can da zanîn ku êrişa Şamanan a îdeolojîk weke êrişên destpêkê li hember ciwanan hatine kirin û ev heta roja me ya îro didomin û wiha axivî: "Di roja me ya îro de jî êrişên desthilatdariyê rû didin. Ji ber rol û mîsyona ciwanan a xurt a rê dide ber civakê, civakê diguherîne û vediguherîne pir baş tê zanîn ev êriş ji aliyê desthilatdariyê ve tên meşandin."

'JI BO PARASTINA DESTHILATDARIYA XWE ÊRIŞÎ CIWANAN DIKE'

Can destnîşan kir ku di vê demên dawiyê de li hember endamên meclîsa ciwanan a HDP’ê bûyerên revandinê tên kirin û wiha pê de çû: "Ev êrişên revandin, tirsandinê tenê li hember ciwanên di nav HDP’ê de xebatan dimeşînin pêk nayên. Herî dawî li Êlih û Şirnexê li hemberî jinên ciwan êrişên tecawiz û tacîzê pêk hatin. Her wiha li bajarên Tirkiyeyê jî li hemberî ciwanên Kurd êriş rû didin. Ya rastî desthilatdarî zêde êrişî ciwanên di aliyê îdeolojîk de serwext bûne, haya wan ji wan heye, êrişan nake. Desthilatdarî kesên li gor wê nafikire û ya wê pêk nayîne naxwaze. Ji bo berjewendiyên xwe biparêze, desthilatdariya xwe biparêze êrişî muxalifan û bi taybet ciwanan dike."

'DIXWAZIN CIWANAN BÊ ÎRADE BIKIN'

Can da xuyakirin ku desthilatdarî êrişan tenê bi yek awayî pêk nayîne û wiha dom kir: "Bi awayê ku bêkar bihêle, tacîz, tecawiz, revandin, tirsandinê dixwaze ciwanan bê îrade bike. Bi êrişên tecawiz û tacîzê yên weke herî dawî li Şirnex û Êlihê rû dan, bi taybet di şexsê jinên ciwan de êrişeke li hember civakê dimeşînin. Tişta civak li ser piyan digire nirxên exlaqî ne  û desthilatdarî bi taybet bi van tecawiz û tacîzan dixwaze civakê bêexlaq bike û îradeya wê bişikîne.

Bêguman ciwanên vê dibînin qebûl nakin û bi xurtî xwedî li nirxên exlaqî derdikevin. Ev revandin û binçavkirina ciwanan jî nîşan dide ku desthilatdarî di vê polîtîkaya xwe de bi ser neketiye. Nikare ciwanan bêîrade bike, lewma jî van zextên xwe didomîne. Bi dehan hevalên me hatin revandin, binçavkirin û êşkence li wan hate kirin. Ev hevalên me yên ciwan li hember van zextan berxwedana xwe mezintir dikin. Bi biryardarî û ezmeke mezin têkoşîna xwe didomînin. Li hember van êriş û polîtîkayan yekemîn xebata em dikin jî ew e ku em ciwanan serwext bikin, ciwan karibin li dîroka xwe serwext bibin, çanda xwe bijîn."

'DESTHILATDARÎ ROLA PÊŞENG YA CIWANAN QEBÛL NAKE'

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Înan Demîr jî anî ziman ku ev polîtîkayên qirêj piştî Pêngava 'Bikeve nav tevgerê' zêdetir rû dan û got: "Ji ber rola pêşeng a ciwanan qebûl nakin. Dizanin ku ev rola pêşeng a ciwanan di wan asteng bike. Ji ber dizanin ku heke ciwan hişyar bibin wê desthilatdariya wan tine bibe. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji van polîtîkayan hêviyan dike. Dixwaze bi van polîtîkayan ciwanan bitirsînin, bêtaqet bikin. Ji ber dizanin ku ciwan kirdeyên esasî yên civakê ne. Tirsa wan a ji vê jî ew e ku ciwanên kirdeya civakê wê desthilatdariya wan têk bibin."

'WÊ CIWAN BI TÊKOŞÎN Û BERXWEDANA XWE BIHÊLIN EW ÇOKÊ DEYNIN'

Demîr destnîşan kir ku yek ji armanca van êrişan jî ew  e ciwanan bêbîr bikin, bîra wan ji holê rakin û ev tişt got: "Ji ber ciwan çiqasî bêbîr bin, ew qasî bi kêrî karê wan tê. Bi van polîtîkayan dixwazin hebûna xwe bidomînin. Êrîşên xwe bi awayekî piralî dimeşînin. 

Lê wê ciwan ti carî serî netewînin, çok daneynin. Wê ciwan bi têkoşîn û berxwedana xwe bihêlin ku ew çokê deynin."