Ciwan li Parîs û Marsîlyayê daketin qadan

Ji bo 7 gerîlayê ku ji aliyê PDK'ê ve di kemînê de hatine şehîdxistin, ciwan li Parîs û Marsîlyayê daketin qadan.

PARÎS

Li banliyoyeya Drancy a Parîsa Fransayê çalakgerên TCŞ û TEKO-JIN’ê di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê de’ ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo 7 gerîlayên ku PDK’ê êrişî wan kirine, meşek lidarxistin.

Meşvan li pêşiya îstasyona trênê ya Drancyê hatin ba hev û bi pankartên ‘DAÎŞ=Erdogan’ û ‘Tolhildan’ û bi flamayên TCŞ û TEKO-JIN’ê ber bi îstasyona Bobîgnyê meşiyan.

Di meşê de sloganên ‘Azadî ji Ocalan re’, ‘Erdoganê qatil û dîktatorî’,  ‘Ji bo Kurdistanê çareseriya siyasî’ û ‘Bimire xiyanet’ hate berzkirin.

Di çalakiyê de derbarê naveroka çalakiyê belavokên bi Fransî hatin belavkirin û daxuyaniya TCŞ’ê hate xwendin.

MARSÎLYA

Ji bo 7 gerîlayên ku di kemîna PDK’ê de şehîd hatine xistin li Marsîlyayê mîtîngeke protestoyê hate lidarxistin.

Bi banga TCŞ’ê gelê Kurd û dostên wan li Qada Canabîereyê hatin ba hev û bang li PDK’ê kirin ku bila dev ji xeta xwe ya îxanetê berde.

Di mîtîngê de sloganên ‘Li hemberî vê qetlîamê em ê bêdeng nemînin’, ‘Erdoganê qatil’ hatin berzkirin û pankartên ‘Azadî ji Rêber Apo re’, ‘Kurd tên kuştin, Ewropa bêdeng nemîne’ hatin hildan.

Di mîtîngê de gelek belavok hatin belavkirin û Hevserokê NCDK’ê Erhan Tarhan axivî.

Piştî axaftinan mîtîng bi sloganan bi dawî bû.