Ciwan di Nobeta Azadiyê de ne

Nobeta Azadiyê ya ku deh sal in bi hezaran Kurdan û dostên wan pêk dianîn, vê hefteyê ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger tê domandin.

Înîsîyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25’ê Hezîrana 2012’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  û ji bo rakirina tecrîdê li Strasboûrgê ya ku paytexta Fransayê ye Nobeta Azadiyê dabû destpêkirin. Nobeta Azadiyê di hefteya 492’an de didome.

Vê hefteyê jî ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên ji Hollandayê hatine, tê domandin. Mîchalle Muller, Çekdar Kerboran û Dirêj Avaşîn di nobeta vê hefteyê de cih digirin.

Mîchael Muller li ser navê komê axivî û diyar kir PKK û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne bi tenê ji bo Kurdan e, têkoşîneke enternasyonal e. Muller got “Reçeteya rizgariya bindestan Konfederalîzma Demokratîk e. Hêzên navneteweyî di şexsê Rêber Apo de dixwazin têkoşîna bindestan ji holê rakin. Li hemberî komploya navneteweyî Rêber Apo berxwedaneke mezin nîşan dide. Peywira me ev e ku em vê berxwedanê geş bikin û azadiya Rêber Apo pêk bînin.”

Muller diyar kir ku li ba saziyên Ewropayê 10 sal in Nobeta Azadiyê didome û got “Ewropa li hemberî gelê Kurd û bindestan deyndar e. Divê Ewropa PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin.”