Civînên li ser Şoreşa Rojava ya li Rûsya didomin

Bi boneya 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava Kurdistaniyên li herêmên cuda yên Rûsyayê dijîn, bi rêze civînan Şoreşa Rojava pîroz dikin. Kurdên li herêma Stavropolê dijîn, bi civînekê 19’ê Tîrmehê pîroz kirin.

Civîn bi tevlîbûna dehan kesî li herêma Stavropol ya Rûsyayê pêk hat. Di civînê de Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Reşşad Benav axivî.

Benav destnîşan kir ku 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava ya ku 2012’an li Kobanê destpê kir, encama têkoşîna 40 salî ya Tevgera Azadiya Kurd  derketiye holê.

Benav anî ziman ku bi saya têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê de mimkûn bû ku ev şoreş pêk were. Benav diyar kir ku ev şoreşa ku bi saya bi hezaran şehîd û gaziyan destpê kir, xwe li ser lingan girtiye û got: “Çawa ku heta niha Kurdên li her derê xwedî li şoreşê derketin, divê ji niha û şûnde jî xwedî lê derkevin.”

Benav daxuyakirin ku xeta xayîn û hevkaran a li nava Kurdan ji dijmin zêdetir ziyanê dideû got: “Divê li dijî vê li her derên Kurd lê nerazîbûn nîşanî vê bide, ji bo xayîn û hevkar dev ji vê yekê berdin, zêdetir zextê bikin.”

Benav herî dawî got ku asta ku Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd gihiştî, dîsa destketiyên ku hatine bidestxistin, ji derveyî azadiyê ti çareyeke din nîne.