Ceza ji bo polîsê ku Mezlûmê 16 salî qetil kir nehate xwestin

Ceza ji bo polîsê ku li Qoserê Mazlûm Turan qetil kir, nehate xwestin!

Li Qoserê ya Mêrdînê 28'ê Tebaxa 2015'an Mazlûm Tûran ê 16 salî, bi hinceta ku guh nedaye banga ''raweste'', ji hêla polîsê bi navê Suleyman Esenboga ve hate qetilkirin. Doza Turan îro li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Mêrdînê hate dîtin.

Di danişînê de parêzerê Turan got, ''Mazlûm ji qemçika xwe gule xwariye. Ji ber vê bersûc ew ji xwe re kiriye hedef û lê reşandiye.''

Dozger vegotina, ''bicihanîna fermana qanûnê nayê cezakirin'' a TCK 24/1 bi bîr xist û xwest ku biryar were standin ceza nikare were dayin.

Biryar hate dayin daxwaza girtina polîsê kujer Suleyman Esenboga were redkirin û danişîna dî taloqî 18'ê Cotmehê hate kirin.