Ceylan: Divê gelê me yê li Mexmûrê neyê cezakirin

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyat Ceylan diyar kir, ku ji ber şerê qirêj ê dewleta Tirk divê gelê Mexmûrê neyê cezakirin û got, "Ji bo bidawîkirina ambargoya li ser Mexmûrê divê hikumeta Başûr û Mesûd Barzanî bikeve dewrê."

Wargeha Penaberan a Şehîd Rusmet Cudî (Mexmûr) ku girêdayî Mûsûlê ye û bêtir çûn û hatina şêniyan li ser Hewlerê ye, 196 roj in di bin ambargoya PDK'ê de ye. Piştî di 17'ê Tîrmeha 2019'an de li dijî endamê MÎT'ê yê li Konsolosiya Tirkiyeyê yê Hewlerê êrîş pêk hat û endamê MÎT'ê hat kuştin, li ser Mexmûrê ambargo dest pê kir. Wargeha Penaberan a Mexmûrê nêzî 7 meh in di bin ambargoya PDK'ê de ye.

'DIVÊ GELÊ ME NEYÊ CEZA KIRIN'

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyat Ceylan têkildarî ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rusmet Cudî (Mexmûr) axivî. Ceylan da zanîn ku gelê li Mexmûrê bi sedema şerê qirêj ê dewleta Tirkiyeyê hatiye mexdûrkirin û li ser axa xwe penaber bûne. Ceylan anî ziman ku ji ber bûyera li Hewlerê hatiye gelê mezlûm û têkoşer ê Mexmûrê tê cezakirin û wiha axivî: "Tişta girîng û mirov pirs bike, divê mirov destpêkê li çîrok û serpêhatiya gelê Mexmûrê binêre ku ev gel kiye û ji ber çi koçî Mexmûrê kiriye? Gelê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dijî di sala 1990’an de ji ber polîtîkayên şer, gundê wan hatin valekirin û şewitandin. Gel hate mexdurkirin û neçar man ku koçî Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê bikin. Mexmûr ne wargeha yekemîn bû, gelê me ji ber zilim û zordestiya Tirkiye û hikûmeta herêmê gelek wargeh guherandiye. Li gel salên dûr û dirêj ên penaberiyê niha gelê me tê cezakirin. Li dewsa şerê li dijî Kurdan tên ferzkirin em teşîr bikin, gelê penaber tê mexdurkirin. Niha li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî Kurdan êrîş heye, ev êrîşên pêk tên tenê li dijî partî û rêxistinekê nîne, şer li dijî tevahiya Kurdan e. Lê hêzên desthilatdar ji bo bi rehetî bikarin polîtîkayên xwe yên şer bixin dewrê parçe parçe Kurdan hedef nîşan didin. Ji ber vê yekê em ji birayên xwe yên Başûr û bi taybetî jî ji kek Mesûd Barzanî daxwaz dikin ku dorpêça li ser Mexmûrê rakin. Ji ber ku gelê me yê Mexmûr vê heq nake, gelê Mexmûr ji ber zilmê cih û wargê xwe hiştin û koçî herêmê kirin."

'WARGEH DIBIN PARASTINA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DE YE'

Ceylan bi bîrxist ku gelê Mexmûr dibin ewlehiya Neteweyên Yekbûyî de û divê NY li wargehê xwedî derbikeve û got: "Di sala 1998'an de Neteweya Yekbûyî (NY) Wargeha Mexmûrê xist parastina xwe de. Her wiha wargeh dibin parastina hikûmeta Iraqê de ye jî. Divê ji bo dorpêç û ambargoyê NY bikeve dewrê û dawî li vê zilma li dijî gelê me bê. Divê qirêjiya şer nexin stuyê gelê me de. Eger ev qirêjî berdewam bike, ne şer radiweste ne jî şer bi dawî dibe. Bi salane ji bo yekitiya neteweyî xebat tên meşandin. Di vî warî de xebatên Başûr û bi taybetî jî kek Mesûd Barzanî çêbûn. Xeta yekitiyê li Mexûrê dibin dorpêçê de ye. Divê bi taybetî kek Mesûd bikeve dewrê û dawî li vê amborgoya li ser gel bîne. Eger îro li ser erdnîgariya Kurdistanê pirsgirêk hene divê ji bo ev pirsgirêk bên çareserkirin hewldan bên dayîn."

'PÊWÎSTÎ BI YEKITIYA NETEWEYÎ HEYE'

Ceylan destnîşan kir ku êrîşên li ser Kurdan îro tenê li Bakur nayê birevebirin û wiha got: "Îro li ser hemû parçeyên Kurdan û destkeftiyên Kurdan êrîş hene. 40 sale li ser axa Kurdistanê şer heye û bi hemû dijwariya xwe jî berdewam dike. Ji bo kuştina kesekê divê gel neyê cezakirin. Divê şerê li dijî Kurdan pêk tê em bi hevre bidin rawestandin. Êdî bila Kurd û Tirk, Kurd û Ereb, Kurd û Faris li hev werin. Lê belê divê destpêkê Kurd û Kurd li hev werin û tifaqa xwe ava bikin. Eger me tifaqa xwe ava kir êm ê bikarin yekitiya xwe jî ava bikin. Ji bo em bikarin li dijî êrîş û zilmê bendek yekitiyê ava bikin pêwîstî bi yekitiya neteweyî ya Kurd heye. Ev yek pêk bê wê weke hemû gelan di nava Cîhanê de bi nasname, ziman û çanda xwe bikare bibêje ez heme. Li Mexmûrê li dijî gelê me yê sivîl êrîşa balefiran pêk hat, divê teqez hikûmeta Başûr nerazîbûn li dijî vê dayiba. Li Şengalê bi çendin caran êrişên hewayî çêbû divê ji bo vê nerazîbûn çêbibûyan. Dibe têkiliya hikûemta Başûrê û Tirkiyeyê hebe, em ne li dijî vê yekê ne. Bila têkiliyek herî xurt hebe. Lê belê bila ev têkilî ne li ser mile birayên xwe bikin. Deshilatdar dixwazin di vî alî de me dorpêç bike. Divê di vî warî de em tawîzê nedin tu desthilatdarên Kurdistanê."