Cenga Heftanînê: 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA-Starê di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de li dijî leşkerên artêşa Tirk çalakî l li dar xist. HPG’ê ragihand ku di çalakiyan de 3 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriyê û êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

LI GIRÊ ŞEHÎD MERVAN 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

“Çalakiyên hêzên me yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa TC’ê ya dagirker a li dijî herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin. Di vê çarçoveyê de roja 22’ê Îlonê (îro) hêzên me saet 09:15’an li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Mervan yê herêma Geliyê Pixasayê çalakiyek li dar xist. Bi serketî li yekîneya dijmin hate xistin û 2 leşker hatin kuştin. Yekîneya me ya çalakî kirî bi silametî gihişte baregeha xwe.

Heman rojê hêzên me saet 10:00’an cara duyemîn li dijî leşkerên li Girê Şehîd Mervan çalakiyek li dar xist. Bi serketî li yekîneya dijmin hate xistin û leşkerek hate kuştin. Yekîneya me ya çalakî kirî bi silametî gihişte baregaha xwe.

Roja 21’ê Îlonê saet 19:15’an artêşa TC’ê ya dagirker li dijî geliyê Şehîd Ahmet Rapo yê li herêma Partîzan êrîşeke hewayî pêk anî. Bi êrîşê re hemwext qereqolên li ser xeta sînor jî bi topên hawan û obûsan li herêmê dan.

LI ÇELÊ ÊRÎŞA HELÎKOPTERAN

Roja 21’ê Îlonê navbera saet 22:00 û 23:00’an helîkopterên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li herêma Tepê Gundiya, Tepê Hemze, Dola Heydera, Qela Bêdehê û Kinyanîş ya navçeya Çelê ya Colemêrgê barandin. Di van bombebaranan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”