Cenazeyê nivîskar Haydar Işik hate veşartin

Nivîskarê Kurd Haydar Işik ku hefteya derbasbûyî jiyana xwe ji dest da, li bajarê Munchenê yê Elmanyayê hate veşartin.

Nivîskar Haydar Işik ê 82 salî ku şeş salên dawî tedawiya kanserê dibû, sibeha 17'ê Kanûnê li Munchenê li mala xwe jiyana xwe ji dest dabû.

Cenazeyê Haydar Işik li Maisach a Munchenê hate veşartin. Kurd û dostên nivîskar Haydar Işik ên Elman beşdarî merasîmê bûn.

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç li merasîmê axivî û diyar kir ku wê têkoşîna Haydar Işik dewam bikin.

Haydar Işik li ber gulbang û kulîlkan ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.

Haydar Işik 1'ê Îlona 1937'an li navçeya Qisle ya Dersimê ji dayik bûbû. Li dijî mêtingeriya dewleta Tirk gelekÎ hewl da û gelek pirtûk li pey xwe hişt.