Kurdistaniyên li Elmanyayê û dostên wan li Dusseldorf û Freîbûrgê hatin ba hev û cejna vejînê pîroz kirin.
DUSSELDORF
Bi tevlêbûna Kurdistaniyên li Dusseldorf, Dûîsbûrg û derdorê, cejna vejinê hat pîrozkirin. Endama Tevgera Jinên Kurd Medya Botan ku di pîrozbahiyê de axivî, nirxandina geşedanên siyasî yên dawîn kir û diyar kir ku PKK 45 sal in ji bo Kurdistana azad têdikoşe û çavkaniya têkoşînê jinên Kurd in ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bûne.
Di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên azadiya Kurdistanê ku 8 meh in di heman çeperan de li dijî faşîzma Tirk şer dikin hatin silavkirin û bêyî navber dirûşmên li ser berxwedanê hatin berzkirin.
Hunermend Seyda Perînçek, Narîn Xan, Hozan Aydin, Koma Nisêbîn, Koma Wûppertal û Koroya Zarokan a Dûîsbûrgê bi stranên coşa pîrozbahiyê zêde kir. Gel li ber stranan rabûn govendê.
FREÎBÛRG
Bi organîzekirina hevpar a Navenda Civakê ya Kurd a Freîbûrg û ya Lahrê pîrozbahî hat kirin.
Piştî rêzgirtina bi deqeyekê, hevserokên DKTM’yê di pîrozbahiyê de axivîn. Hunermend Berbang Hilat, Sosin, Destan Dogan, Hozan Axîn û Dogan Dogan derketin ser dikê û stran gotin.
Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut jî derket ser dikê û li ser pêvajoyê axivî.
Pîrozbahiya bi sedan kes lê bûn, bi berzkirina dirûşman û girtina govendê bi dawî bû.